Torun’ê CHP’î : Em li Wanê rastî provakasyonê hatin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Komxebata Şaredaran a Partiya Komarî ya Gel (CHP) li Wanê bi daxuyanîyekê destpê kir.

Berpisyarê Rêveberiyên Heremî û Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Seyît Torun, destnîşan kir ku li Wanê rastî hin provakasyonan hatine û bertek nîşanê daliqandina alên AKP’ê yên li ber deriyê otêla ku komxebat wê lê bê lidarxistin da.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Seyît Torun, berîya destpêka bernameya ‘Komxebata Şaredarên CHP’ê’ li otêlekê daxuyaniyek da çapemeniyê. Torun di daxuyaniyê de bo ku li Wanê ne kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Emê sê rojan li Wanê bibin mêvan. Tevî şaredarên xwe îro em derdikevin qadê û li navçeyên Artemêt, Tuşba, Rêya Armûşê, Seray, Bêgirî, Payîzava, Miks, Elbak, Şax, Ebex, Erdîş, Westan û Qelqeliyê diçin ba gelê xwe. Em dê biçin ber deriyê welatiyên xwe, pirsgirêkên wan guhdar bikin û pêşniyarên xwe ji wan re pêşkeş bikin.”

‘Bo serkeftinê em li vir in’

Di berdewamiya axaftina xwe de Torun, anî ziman ku li Wanê rêjeyek kêm denwergirtinê, lê tevî vê yekê jî bi armanca guhertina vê rewşê ew hatine Wanê û wiha pêde çû: “Li vir me ne şaredar hene,  ne jî parlamenter. Encax, berpisyarên vê yekê ne welatîyên me ne, berpisyar em in. Bo guhertina vê rewşê em hatine Wanê. Ez di wê baweriyê de me ku hem di hilbijartinên heremî hem jî yên giştî de em dê serbikevin”

Torun, derbarê bernameya CHP’ê ya li Wanê de jî ev agahî dan;

“Komxebat wê bi axaftina Seroke me yê giştî destpê bike. Mijara civîna me ya sereke hilbijartin in. Em dê amadekariyên xwe yên bo hilbijartinê û xebatên şaredariyan di ber çav de derbas bikin. Em di wê baweriyê de ne ku xebatên şaredariyên me yên du salan bo hilbijartinên giştî bibe mînakên baş.”

 Em rasitî gelek provakasyonan hatin’

Torun her wiha balkişand ser astengiyên li hemberi serdana wan û got ku li Wanê rastî gelek provakasyonan hatine. Torun derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Li hevhatina me ya jibo bîlbordan hate betalkirin. Afîşên me yên li hin deverên bajêr hatin jêkirin. Pişt re şevêdin komek endamên partiya desthilatdar bi avayekî bê ehleq alên partiya xwe li ber otela ku emê lê komxebatê lidarbixin daliqandin. Bi vî avayî xwestin me tehrîk bikin. Lê jiber eqlê selîm ya hevalên me ev provakasyon vala hate derxistin. Ez dixwazim li vir tenê tiştek bêjim. Ev yek dide zanîn ku desthilat çi qas tengav bûye. Ev astengî û provakasyon nikare me ji rêya xwe vegerîne.”

Torun’ê CHP’î : Em li Wanê rastî provakasyonê hatin - İmamoğlunun ziyareti sirasinda slogan atan kadin gözaltina alindi 1 1140x570 1

 Keleha hilbijarên Kurd: Wan

Piştî daxuyaniyê Torun, pirsên rojnamevanan bersivandin. Torun li ser pirsa rojanamevanekî ya wêkî, “Hûn niha yek ji kelehên hilbijêrên Kurdin. Guhê gelê Kurd, niha li ser hin wehd û gotinên CHP’ê yên derbarê pirsgirêka Kurd e. Di vê çarçoveyê de bo çareseriya pirsgirêka Kurd û mafên Kurdan çi çareseriya we heye?”  wiha bersivand, “Em li vî welatî tim bi hevre dijîn. Rastê, di demên berê de li vir hin êş hatine kişandin. Hin kêmasî û xeletî çêbûne. Lê belê em ê hewl bidin, bi hevre bijîn, hilberînîn û parve bikin. Em ê demokrasî, edalet û azadiyê serdest bikin. Ji ber vê jî tîştek nîne ku em bidest bixin.  

Di perwerdeya bi zimanê dayikê de wekheviya derfetan

Dîsa Torun pirseke rojnamevanekî din a wekî: “Wekî hûn jî dizanin, yek ji daxwazên yekem ên dengdêrên Kurd mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Di çarçoveya xebatên CHP’ê de di warê mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û naskirina nasnameya kurdî ya li ser zemîna siyasî de tiştek heye? Wiha bersivand: “Tiştek heye ku em ji berê ve di vê mijarê de dibêjin. Divê mirov bi azadî bi zimanê xwe, stran û stranên gelêrî bêje. Bê guman, em dikarin nirxandinek paralel bikin, lê biryarên ku dê wekheviya derfetan di perwerdehiyê de misoger bikin, bê guman têne girtin. Lê em kêfxweş in ku her kes zimanê xwe bi azadî bi kar bîne û çanda xwe zindî bihêle. Dewlemendî û rengê me ev e,”

225 şaredarên CHP’ê hatine Wanê

Tevî Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, cîgirên serokomar Seyît  Torun, Oguz Kaan Salici, Rûmet Adiguzel û Seroka Baskê Jinan Aylin Nazliaka, Serokê Baskê Ciwanan Gençosman Killîk û 225 şaredarên ku 11 jê şaredarên bajarên mezin in tevli komxebatê dibin. Kiliçdaroglu û qeymeqam dê bi nûnerên Saziyên Sivîl ên bajêr û çapemeniyê re bên cem hev.

Kılıçdaroğlu ve belediye başkanları kente bulunan Sivil Toplum Kuruluşu (STK) temsilcileri ve basın ile bir araya gelecek.

Îmamoglu, ji aliyê polîsan ve hate astengkirin

Di vê navberê de, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku di çarçoveya serdana CHP’ê de hatiye Wanê xwest ku li navenda bajêrê Wanê li ser cadeya Meraşê ser otobusa partiyê bo welatiyan axaftinekê bike, lê ev yek ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Torun’ê CHP’î : Em li Wanê rastî provakasyonê hatin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *