1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Vê hefteyê 9 fîlmên nû dikevin vîzyonê

Vê hefteyê 9 fîlmên nû dikevin vîzyonê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Salonên sînemayan yên li Tirkiyê vê heftê dê 4 xwecihî giştî ji 9 fîlmên nû re malovaniyê bike.

Bakurî’

Fîlmê bi navê “Bakurî” bi cureya wê aksîyon û serpêhatî ye û lîstikvanên xelata Oscarê hildane Nîcole Kîdman û Alexander Skarsgard di rola serekede dilîzin. Derhinêriya filmê jî ji aliyê Robert Eggers ve hatiye kirin.

Mijara fîlmî li ser behsa mîrzayê (prens) Vîkîngan Amlethî dike ku apê wî Fjolnîrew bavê wî Qral Aurvandîlî dikuje. Amlethê dibe şahidê kuştina bavê xwe hewl dide tola bavê xwe hilde.

‘Hêrsa Dojehe’

Yek ji fîlmê dikeve vîzyonê jî “Hêrsa Dojehê: Ave Marîe” ye.

Nîna Bergman, Danîel Bernhardt, Tîmothy Murphy, Louîs Mandylor û Domînîquîe Vandenberg in wekî serlîstikvan di fîlmê de cih wergirtine.

Derhênerê fîlmê Jesse V. Johnson e.

“Rojava”

Li ser koltoxa derhinêriya fîlma “Rojava”  jî Mîchel Franco rûniştiye.

Di fîlmê de li bin tava Acapulcoyê da behsa betlaneyekê tê kirin, lê ji ber trajediyeke mezin ew betlane nîvco dimîne.

Fîlm bi şîrîkatiya Fransa, Swêd û Meksîkayê  hatiye çêkirin.

Tîm Roth, Charlotte Gaînsbourg, Lazua Larîos û Henry Goodman, serlîstikvanên fîlmê ne.

‘Kurk’

Derhinêrê fîlma “Kurk” jî Hanna Bergholm e, cureya fîlmê jî tirs e.

Lîstikvanên fîlmê Janî Volanen, Sophîa Heîkkiîla, Reîno Nordîn û Ida Maattanen e.

Di fîlmê de jineke bi weswese heye ku qîza wê her tim hewl dide wê kêfxweş bike. Rojekê qîzik li daristanê hêkeke ecêb dibîne û di odeya xwe de vedişêre. Piştî vê hin tişt tên serê wê ku fîlm behsa van bûyeran dike.

‘Keştiya Nuh li Cûdiyê ye 2’

Di fîlmê komedî de Metîn Yildiz, Bulent Durgun, Charles Carroll, Îskender Bagcilar û Şebnem Yildirim dileyîzin.

Mijara fîlmê ku Gursel Ateş derhênerê wê ye de qala hilbijartina şaredariya Şirnexê û du evîndaran tê kirin.

‘Daristana Bisêhr: Keybanuya Periyan’

Di fîlmê de qala komek ciwanên bi xeletî ketine daristanekê û ji bo bikaribin derbikevin jî hewl didin Keybanuya Periyan xilas bikin, tê kirin.

Fîlmên tirsê yên hefteyê

Fîlmê Kerr ya ku di Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê ya 41emîn da xelata “Baştirîn Derhênerî” û “Baştirîn Derhênerê Hunerê” wergerandibû û bi şirîkatiya Tirkiye, Fransa û Yewnanistanê hatiye kişandin. Tayfûn Pîrselîmoglû derhêner e û Erdem Şenocak, Jale Arikan û Riza Akin lîstikvan in.

Mert Uzunmehmet senaryoya fîlmê “Koka Huddam: Cinên Marîdê” nivîsiye û di heman demê da jî derhêner e. Yeşîm Gedîk, Tufan Ozun û Cengîz Çaglayan tê de dileyîzin.

‘Agirkujê wêrek’

Fîlma anîmasyonê ya Theodore Ty tevlî Laurent Zeitoun derhênerî kiriye qala Georgiaya ku dixwaze wekî bavê xwe bibe agirkuj û ji bo vê yekê hewl dide, dike.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Vê hefteyê 9 fîlmên nû dikevin vîzyonê
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *