Wesayîta HDP’iyan qeza derbas kir: Kesekî jiyana xwe ji dest da

featured
WÊNE MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Enqerê wesayîta HDP’iyan û texsiyek li hev qelibîn. Hat ragihandin ku di encama qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wesayîta ku parlamenterên HDP’ê tê tê de bûn li xaçerêya Mîllî Kutuphane ya li navçeya Çankaya bi ser paytext Enqerê, bi texsiyeke bazirganiyê re li hev qelibî. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama qezayê de ajokarê texsiyê jiyana xwe ji dest da.

Ofîsa Çapemeniyê ya HDP’ê di berdewamiya daxuyaniyan de ev agahî ragihandin: “Îro di danê sibehê de parlamenterên me Omer Ocalan, Dêrsim Dag, Nûsrettîn Maçîn û endamên partiya me dema bi wesayîta partiyê ber bi balafirgehê ve diçûn, li xaçerêya Mîllî Kutuphaneyê qeza kir. Wesayîta partiyê û texsiyeke bazirganiyê li hev qelibîn. Di encama qezayê de parlamenterên me bi sivikî birîndar bûn. Me bi xemgînî bihîst ku tevî hemû hewldanan jî ajokarê texsiyê jiyana xwe ji dest daye. Parlamenterên me li nexweşxaneyê di bin çavderiyê de ne.”

Serhat News

(Lg)

Jêder: MA Kurdî

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Wesayîta HDP’iyan qeza derbas kir: Kesekî jiyana xwe ji dest da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *