Wesayîta penaberan hate gulebarankirin: Zarokek hate kuştin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li gundê Karahisara bi ser navçeya Seraya Wanê minîbusa penaberên Afganîstanî ji aliyê cendirme û cerdevanan ve hate gulebarankirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên heremî hatine wergirtin, di encama gulebaranê de zarokekî/e 4 salî jiyana xwe ji dest da û 13 penaber jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku leşker û cerdevanan gule bera mînîbuseke penaberan dane ku li gorî îdiayan leşkeran gotiye “bisekine” lê wesayit nesekiniye.

Piştî gulebaranê, 22 penaber ji mînîbusê peya bûne û reviyane.

Piştî bûyerê birîndar ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê hatine veguhestin. Li gor agahiyan cenazeyê zarokî/e hatiye kuştin rakirine morga nexweşxaneyê.

Walîtiya Wanê daxuyaniyek weşand

Walîtiyê derbarê bûyerê de daxuyaniyek weşandiye û îdia kiriye ku leşkeran ji ajokarî xwestiye bisekine lê ew nesekiniye û wan jî “gule bera tekeran dane.”

Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku “gule pekiyane” û ji ber zarokek 4 salî miriye, 12 penaber jî birîndar bûne.

Serhat News
(lg)
Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Wesayîta penaberan hate gulebarankirin: Zarokek hate kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *