Wezareta derve gazî sefîrê dewletên ku balyozxaneyên xwe girtine, kir

featured
WÊNE: CUMHURİYET
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji ber metirsiya êrîşeke ‘Terorîstî’ Amerîka û şeş welatên din, balyozxaneyên xwe yên li Stenbolê bi awayekî demkî girtibûn. Wezareta Derve piştî vê geşedanê sefîrên van welatan gazî wezaretê kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di 29’ê Çile de bang li welatiyên xwe yên bo geştiyariyê hatine Tirkiyeyê kiribû ku ji ber êrîşên ‘Terorîstî’ hişyar bin û ji ber vê sedemê balyozxaneya xwe ya li Stenbolê bi awayekî demkî girtibû.

Piştî Amerîkayê, Brîtanya, Belçîka, Almanya, Fransa, Swêd û Holandayê balyozxaneyên xwe yên li Stenbolê girtin û ji welatiyên xwe daxwaz kirin ku di geşta bo Tirkiyê de agahdar bin.

Tevî vê yekê Wezareta Karên Derva sefîrên van dewletan gazî wezaretê kir. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên wezaretê hatine wergirtin, ji sefîran re hatiye gotin: “Girtina balyozxaneya wê xizmetê bo rojeva terorê bike”

Wekî tê zanîn, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu bi ser girtina balyozxaneyan nerazîbûna xwe dabû nîşandan û gotibû ku welatên rojavayî li dijî Tirkiyê dest bi şerê derûnî kirine.

Suleyman Soylu diyar kiribû, li Stenbolê îhtîmala rewşeke neasayî jî hebe, nabe ku ew welat wisa tevbigerin.

Hêjayî gotinê ku ev geşedan piştî wê yekê tê ku meha borî, wek berteka li hember rêgirtina Tirkiyê ya endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandayê, kesekî li ber Balyozxaneya Tirkiyê ya Swêdê, Qurana pîroz şewitand, vê yekê karvedanên mezin li pey xwe anîn û danûstandinên navbera Swêd û Tirkiyê rawestand. (K24)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Wezareta derve gazî sefîrê dewletên ku balyozxaneyên xwe girtine, kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *