Wezîrê Derve yê Amerîkayê tê Enqerê

featured
ARŞİV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken dê bo hin hevdîtina bê Tirkiyeyê.

Li gor nûçeya Dengê Amerîkayê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blînken wê di navbera 16-22’yê Sibatê de serdana Almanya, Tirkîye û Yunanistanê bike.

Blinken wê beriya serdana Enqerê dê pêşiyê li Almanya beşdarî Konferansa Ewlekarî ya Munîhê bibe û piştre jî derbazî Tirkîyeyê bibe û li wir li xebatên alîkarîyê yên Amerîka binêre.

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Ned Price, derbarê mijarê de got, Blînken wê li Konferansa Ewlekarî ya Munîhê hem bo piştgirîya Ukrayna hem jî ser alîkarîyên bo Tirkîye û Sûrîyê danûstandinan bike.

Tê payîn, Blînken di 19’ê Sibatê de serdana Bingeha Încîrlîkê ya li bajarê Edeneyê bike ku alîkarîyên Amerîka ji wir têne kordîne kirin.

Bliken dê li dû Încîrlîkê derbazî Enqerê bibe û li wir bi hemtayê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu û hin karbidestên din yên payabilind re bicive.

Wezîrê Derve yê Amerîka dê piştî Tirkîyê bo danûstandian derbazî Yunanistanê bibe.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Wezîrê Derve yê Amerîkayê tê Enqerê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *