Wezîrên Karê Derve yên Rûsya û Tirkiyeyê li Moskovayê civiyan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezîrên karên derve yên Rûsya û Tirkiyeyê li Moskovayê ya paytexta Rûsyayê civiyan. Civînê ji dema destnîşankirî 2 saetan dirê dewam kir.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê.

Sergey Lavrov da zanîn ku wî bi Hakan Fîdan re li ser asayîkirina rewşa li Sûriyeyê û rewşa li dor Ukraynayê gotûbêj kiriye.

Lavrov diyar kir ku wî bêencamtiya Formula Aştiyê ya Serokê Ukraynayê Volodymy Zelensky jî ji hevtayê xwe yê Tirk re rave kiriye.

“Em Formula Aştiyê ya Zelensky qebûl nakin”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wiha anî ziman:

“Mijara Ukraynayê û rewşa li der dora wê me bi hûrî gotêbêj kir.

Herwiha me li ser wê destpêşxeriyê ya ultîmatomî ku nayê qebûlkirin û yê ku her ji serî de têkçûyî bû jî axivî,  ku jê re dibêjin, qaşo Formûla Aştiyê ya Zelensky.

Me pêgehê xwe rave kir ku ew formul çima nayê qebêlkirin. Û me nêrîna xwe aşkere kir ku divê li şûna wan gotêbêjên bê wate, divê çi bê kirin ku ewlehî û aramiya hevpar  bê dabînkirin, da ku pêşiya her pevçûnekî li tevaya Ewrupayê bê girtin.”

Lavrov herwiha bal kişand ser pêşniyarên nû yên ji bo zindîkirina peymana dexlûdanê û careke din mercên Rûsyayê rêz kirin.

Lavrov da zanîn ku şandina milyonek ton genim bi bihayekî kêm ji bo Tirkiyê jî di rojevê de ye.

Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî bal kişand ser giringiya zindîkirina Peymana Dexlûdanê.

Fîdan diyar kir ku Enqere hewl dide aştiyeke mayînde li herêmê bê pêkanîn û amade ye rola xwe ya navbeynkariyê di navbera Moskow û Kîevê de bidomine.

“Eger mercên pêwîst derkevin holê, emê dîsa rola navbeynkariyê berdewam bikin”

Hakan Fîdan got “Zindîkirina Destpêşxeriya Deryaya Reş yek ji mijarên sereke ya rojeva me bû.

Me tekezî ser rola kirîtîk ya vê destpêşxeriyê kir ku hem ji hêla ewlehiya xurekê ya global, hem jî ji hêla aramiya li Deryaya Reş ve pir giring e.

Rewşa şer jî di rojeva me de ciyeke giring girt. Me berê jî mazûvaniya gotûbêjên rasterast ên di navbeyna her du aliyan de kiribû.

Û me da zanîn ku eger mercên pêwîst derkevin holê, emê dîsa rola askankarî û navbeynkariyê berdewam bikin.

Heftiya borî di hevdîtinên xwe de li Kîevê jî, min heman peyam parve kiribû.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Fîdan herwiha diyar kir ku ew ê di 1ê Îlonê de bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu re jî hevdîtinekê pêk bîne.

Her du wezîr tekezî li ser wê yekê kirin ku ev hevdîtin amadekariya hevdîtina serokên Rûsya û Tirkiyeyê ye ku tê plankirin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Wezîrên Karê Derve yên Rûsya û Tirkiyeyê li Moskovayê civiyan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *