Wezîrên Rûs û Ûkranî dê li Antalyayê bicivin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba dê li Antalyayê bicivin.

Li gor nûçeya Rûdawê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku roja 10’ê Adarê li Antalyayê di çarçova Foruma Dîplomasiyê de ew dê li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba civîneke sêalî encam bidin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di kongreyeke rojnamevanî de behsa rewşa Ukraynayê û dawî pêşhatan kir.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand armanca wan a sereke ew e ku şer rawestînin û eşkere kir, “Me 12 hezar hemwelatiyên xwe ji Ukraynayê vegerandine.”

Mevlut Çavuşoglu derbarê hewldanên dîplomatîk ên ji bo rawestandina şer û çareserkirina pirsgirêkê de jî wiha got, “Heta niha me gelek hewl da herdu aliyan bînin ba hev. Lavrov amadebûna xwe ji bo beşdarbûna civîna li Antalyayê diyar kir. Wezîrê Derve yê Ukraynayê Kuleba jî ragihand ku dê beşdar bibe.”

Serhat News

(Lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Wezîrên Rûs û Ûkranî dê li Antalyayê bicivin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *