Xebatên hilbijartinên 2023’an: Ev hilbijartin ji hemû hilbijartinên din girîngtir e

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Partiyên siyasî, li tevahiya Tirkiyeyê xebatên xwe yên amedekariya bo hilbijartinên giştî yên sala 2023’an, bê navber berdewam dikin. Nûnerên partiyan yên li Wanê jî diyar dikin ku ev hilbijartin ji hemû hilbijartinên ku heta niha hatine pêkanîn, girîngtir e.

Partiyên, tifaqa Millet, Ked û Azadî, û Yekitiya Hêza Sosyalîst xwe amade dikin ku namzetê xwe piştî sersalê eşkere bikin. Lê beriya niha Tifaqa Cumhur ragihandibû ku navmezetê wan Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan e.

Xebatên hilbijartinên 2023’an: Ev hilbijartin ji hemû hilbijartinên din girîngtir e - secim pusula

Serokê partiyên ku di nava Tifaqa Millet de cih digirin û her wiha yê HDP’ê ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digire, xebatên xwe yên bo hilbijartinê ji me re nirxandin.  

‘Ev hilbijartin bo me gelek girîng e’

Serokê Rêxisitan Partiya Gelecekê yê Wanê Abdulhekîm Karabiyik, destnîşan kir ku ew xebatên xwe bê navber didomînin û wiha got, “Partîya me nû hatiye damezirandin û ev cara yekê ye ku em ê tevli hilbijartinan bibin. Lewma ji bo ev hilbijartin pir girîng e. Em di vê çarçoveyê de li nava bajar û navçeya xebata tomarkirina endaman pêk tînin. Her wiha bo sindoqan jî em xebata peywirdarên sindoqan dikin.”

Karabiyik, da zanîn ku li Wanê 2 hezar 200’ê zêdetir sindoq hene diyar kir ku bo van sandiqan wan a peywirdar diyar kirine.

Xebatên hilbijartinên 2023’an: Ev hilbijartin ji hemû hilbijartinên din girîngtir e - WhatsApp Image 2022 12 24 at 12.38.37 1 1024x577 1
Abdulhekîm Karabiyik

Tevî van Karabiyik derbarê helwesta partiya xwe di nava partiyên muxalefetê de jî bi van gotinan nirxand: “Ya yekan: em niha bi partiyên maseya şeş alî di nava tifaqê de ne. Ya duduyan: Em dikarin wekî heremî cardin tevî partiyên tifaqê tevli hilbijartinan bibin. Ya sisêyan: Em dikarin tenê li bajêran bi wan re tifaqê pêk bînin. Ya çaran: Ev nebin wê çaxê em dikarin tenê serê xwe têkevin hilbijartinan. Em ji bo vê jî amade ne”

‘Em tevî gelê xwe amadene’

Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Wanê Fîkret Dogan jî anî ziman ku hilbijartinên 2023’an gelek girîng in û wiha pêde çû: “Desthilad ev 20 sale welat bi rêve dibe. Di nava geyrenekî pir alî de, em diçin hilbijartinan. Em jî di vê çarçoveyê de xebatên xwe bi ser esesê 24 saetan birêve dibin. Em tevî hemû sazî, dezgeh, komîsyon û endamên navendî ve li qadê ne. Dawetbe, sersaxîbe, em li hemû erdî li cem gel ê xwe ne. Gelê me jî hemû pirsgirêkên li welat tên jiyandin agahdar e. Em tevî gelê xwe ji hilbijartinan re amade ne.”

Xebatên hilbijartinên 2023’an: Ev hilbijartin ji hemû hilbijartinên din girîngtir e - WhatsApp Image 2022 12 24 at 12.38.38 1024x577 1
Fîkret Dogan

Dogan, di berdewamiyê de got ku ew li bajêr partiya desthilatê ne û wiha axivî: “Em ê bo domandina desthilata xwe ya li Wanê xebatên xwe bê navber berdewam bikin û xwe pêşve bibin. Em baş dizanin ku nêrîna gelê me jî wisa ye. Jixwe hemû zulm û zordarî li holê ne. Lê em ji pêkutiyan bêzar nabin û em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Xebatên hilbijartinên 2023’an: Ev hilbijartin ji hemû hilbijartinên din girîngtir e - hdp secim 1024x512 1

‘Serokê me sozek daye Wanê’

Serokê Rêxistina CHP’ê yê Wanê Siracettîn Bedîrhanoglu, jî derbarê xebatên hilbijartinê de hin agahî dan. Bedirhangolu, dibêje ku li Wanê pirsgirêka sereke, aboriye û wiha pêde çû: “Serokê me yê giştî li Wanê sozek dabû. Bazirganiya li ser sînor wê temamî bê vekirin. Derîyê Sînor yê Kapikoyê wê bibe herema bazirganiya serbest. Ev zêdetirê 15 mehan e, bo çareseriya van pirsgirêkan dixebitin.”

Xebatên hilbijartinên 2023’an: Ev hilbijartin ji hemû hilbijartinên din girîngtir e - Vanda 2023 secim calismalari 1
Siracettin Bedirhangolu

Tevî van Bedirxanoglu derheqê rewşa dawî ya partiya xwe de jî hin agahî dan: “Dema li Wanê em hatin ser kar, hima bêje qet endamên me tunebûn. Niha hejmara endamên me 9 hezarê derbas bûye. Em li hemû rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re bo hilbijartinê amadene. Li Bajarê em ê piştî HDP’ê bibin partiya duyemin. Xebatan em di vê çarçoveyê de dimeşînin”

‘Maseya şeş alî hêj nebûye tifaq’

Serokê Rêxistina DEVA’yê yê Wanê Erdînç Peker jî da zanîn ku wekî partî ew ê starta hilbijartinê piştî sersalê bidin destpê kirin û wiha got, “Piştî sersalê dê namzetê me yê serokkomariyê were diyarkirin. Piştî wê jî em ê starta kampanyaya hilbijartinê bidin. Em niha li nava kolanan xebatên xwe dimeşînin.”

Xebatên hilbijartinên 2023’an: Ev hilbijartin ji hemû hilbijartinên din girîngtir e - WhatsApp Image 2022 12 24 at 12.38.37 1024x577 1
Erdînç Peker

Peker, her wiha têkildarî xebata maseya çaralî ku ji partiyên muxalefetê pêk tê de jî hin nirxandin kirin û wiha axivî: “Em li qadê ne û xabatên xwe dimeşînin. Bernameya me diyar e û piştî ragihandina namzetê sorokkomariyê piştî hilbijartinê, em ê dest bi xebatan bikin. Maseya şeş alî tenê maseya tevkariyê he û hêj nevegiriyaye ser ku bibe tifaqek bingehin. Em hêdî hêdî ber bi tifaqbûnê ve diçin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Xebatên hilbijartinên 2023’an: Ev hilbijartin ji hemû hilbijartinên din girîngtir e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *