Xiristiyanên Qamişloyê Cejna Qiyamê  pîroz kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Xiristiyanên li bajarê Qamişlo yê Bakûrê Sûriyeyê dijîn Cejna Qiyamê pîroz kir.

Cejna Qiyamê (Paskalya) li bajarê Qamişlo yê Bakûrê Sûriyeyê Ji aliyê Xiristiyanan ve bi merasîman hat pîrozkirin.

Merasîma pîrozbahiyê li dêra Meryem El Ezra ya li taxa Erbawiyê ya Qamişlo bi sirût û ayînên olî dest pê kir.

Li dêra Saint Petrûs û Pawlos a Katolîkên Suryanî jî merasîmek hate lidarxistin. Keşe Yûsif El Easî ku di merasîmê de axaftinek kir, cejn li hemû Xiristiyanên cîhanê pîroz kir û banga çareseriyên aştiyane ji bo Sûriyeyê û xurtkirina biratiyê di navbera hemû baweriyan de kir.

Li navçeya Dêrikê jî bi mebesta Cejna Qiyamê li dêrên Mar Dodo û Mar Shmoniyê merasîm hatin lidarxistin. Piştî sirûdên olî, Koma Keşaf a mûzîkê stranên xwe pêşkeş kirin. 

Cejan Qiyamayê (Paskalya) ji cejnên herî mezi ên Xiristiyanan e. Li gorî baweriya Xiristiyanan hz. Îsa 3 roj pistî li çarmixê tê girêdan di Roja Paskalyayê de cardin zindî bûye.(ANHA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Xiristiyanên Qamişloyê Cejna Qiyamê  pîroz kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *