1. Haberler
  2. Aktûel
  3. YÎMER’ê ku bi 7 zimanan xizmetê dide cih nedaye Kurdî

YÎMER’ê ku bi 7 zimanan xizmetê dide cih nedaye Kurdî

featured
WÊNE RÛDAW
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

YÎMER’ê ku di bangawaziya xwe ya ji bo xebatên rizgarkirina erdhejê de bi 7 zimanan xizmetên wergerê dide, cih nedaye Kurdî. Ev yek bû sedema bertekan.

Duh li Mereşê du erdehejên bihêz rû dan û li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs, Dîlok Hatay, Edene û Osmaniyeyê bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kesan. Herwiha di bin xirbeyan de gelek kes li benda rizgarkirinê ne.

Gelek saziyên sivîl, alîkariyê û saziyên girêdayî dewletê beşdarî xebatên rizgarkirinê bûne.

Navenda Ragihandina Biyaniyan (YÎMER) a ser bi Wezareta Îdareya Koçê ya Tirkiyê ku bi awayekî çalak di xebatên rizgarkirina erdhejê de cih digire, tevî zimanê Tirkî bi 7 zimanan xizmetên rizgarkirinê û alîkariyê pêşkeş dike.

Li gor nûçeya Rûdawê YÎMER’ê cih nedaya zimanê Kurdî û ew yek jî li ser medyaya civakî bûye sedema nerazîbûnê.

YÎMER li ser hesabê xwe yê Twitterê di 6ê Sibata 2023yan de nivîsandiye: “YIMER 157, bi 7 Zimanan (Tirkî, Erebî, Farisî, Îngilîzî, Rûsî, Almanî, Peşto) li hemû herêmên Erdhejê piştgiriya wergerê dide. Hûn dikarin ji bo piştgiriya wergerandinê telefonê 157 bikin.”

Hejmareke zêde ya bikarhênerên medyaya civakî bertekên tund nîşanî wê yekê dan ku YIMERê cih nedaye Kurdî.

Herwiha bikarhênerên medyaya civakî diyar kirin ku li gelek kal û pîr ên Kurd ku di bin kavilan de mane ji bilî Kurdî ti zimaneke din nizanin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
YÎMER’ê ku bi 7 zimanan xizmetê dide cih nedaye Kurdî
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *