Zeynep a ku ji Talîbanê reviyaye: Jin li wê derê bê qedrin

featured
Zeynep Mahmûdî
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Piştî ku Talîbanê li Afganîstanê kontrol bi dest xist, di sala 2021’an de hejmarek zêde welatiyên Afgan, bi ser Îranê koçî Wanê kirin. Yek ji kesên koçber jî Zehyep Muhammediye. Ew dide zanîn ku li Afganîstanê jin bê qedrin û heta ku gihiştiye Wanê di dema rêwitiyê de bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû maye.

Li Afganîstanê, par piştî ku Talîbanê kontrol bidest xist, welatiyên wê derê ji ber zordestî û qedexeyan bi avayekî girseyî dest koç kirine. Koçberên Afganî ku di nav de rojnamevan, doktor û hunermend jî hene, piranî derbasî Tirkiye, Îran û Pakîstanê bûne. Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) niha li Tirkiyeyê nêzî 185 hezar koçberên Afgan jiyan dikin.

Pirsgirêka wan ya sereke ewlehiyê

Ew di dema koçberiyê de heta ku xwe digihînin cihekî ewle, bi gelek zor û zehmatiyan re rû bi rû dimînin. Pirsgirêka koçberan ya sereke jî ewlehiyê. Bi mehan ew bi rêyên cur be cur di nava zehmetiyan de rêwîtiyê dikin. Jina bi navê Zeynep Mahmûdî ya 37 salî ku ew jî de encama pêvajoyek wiha de gihiştiye Wanê, dibêje “Rêwîtiya me bi zor û zehmetiyan çend şewan berdewam kiriye.”

Zeynep a ku ji Talîbanê reviyaye: Jin li wê derê bê qedrin - Taliban rejiminden kaçarak Türkiyeye gelen 273 mülteci Ağridan Afganistana geri gönderildi. 1024x645 2

Ew li Afkanîstanê mamoste bû

Mahmudî ku li Afkanîstanê mamostetî dikir, bi boneya ku hevserê wê yê ku derhinere dihate tehdîtkirin, bi neçarî ji Kabûlê koçî vê derê kiriye. Ew dibêje ku bona hevserê wê ji Almanyayê fon digirit, destûr nehatiye dayîn di televîzyona ku lê dixebitî, bernameyan çêke. Mahmûdî ku qala rêwîtiya xwe dike, got ku bi rêyên qaçaxî ew ji Afganîstanê derbasî Îranê bûne û ji wir jî piştî 3 mehan hatine Tirkiyeyê bajarê Wanê.

Piştî rêwîtiyek zor û zehmet gihiştine Wanê

 Mahmûdî, ev saleke tevî çar zarok û hevserê xwe li Wanê jiyan dike. Keçên wê yên bi navê; Meryem, Zehra, Elham ve Munire ji ber ku destûra wan ya rûniştinê li vir tunebû, demek dirêj nekarîne biçin dibistanê. Piştî ku 2 meh beriya niha destûra rûniştinê wergirtine, zarok jî êdî dikarin biçin dibistanê.

Zeynep a ku ji Talîbanê reviyaye: Jin li wê derê bê qedrin - afgan kadin goc 2 1024x576 1

Di vê derbarê de mahmûdî wiha dirêjî dide gotinên xwe: “Piştî ku em li 3 mehan mane Îranê bi rêya kaçaxçiyan em derbasî Wanê bû. Rêwîtiya me pir bi zehmet bû. Çend şevan me rêwî kir. Di dema hatina vir de em gelek tenê man. 9 meh şûnve me qarî em nasnameyan werbigirin. Di vê pêvoyê de zarokan nekarî biçin dibistanê. Nêzî salekê me jiyanek nepen derbas kir.”

Her wiha ew dibêje ku piştî wergirtina nasname û destûra rûniştinê ji xwe re avahiyek kirê kirine û niha, ew jî hevserê wê jî dixebitin. Mehmudî destnîşan dike ku mehê bo hezar TL yan dixebitin, lê dîsa jî ew kêfxweşin ku bêkar nemane.

 ‘Li Afganîstanê qîmetê nadin jinan’

Muhammedî destnîşan kir ku li Afganîstanê qîmeta jinan nayê dayîn û wiha got: “Li jinan tenê bi çavê zarokên ku karê malê dikin tên mêzekirin.” Dibêje ku di dema mamostetiyê de rastî her cure zehmetiyan hatiye û ew neçar maye dest ji karê xwe berde. Wê got ku Talîban ji bilî nava malê destûr nade jin li kolanan an jî di kargehan de bixebitin. Berevajî vê yekê Muhammedî dibêje ku cihê jinan li her derê ye û wiha got, “Ez bawer dikim ku jin dikarin her tiştî bikin.”

Zeynep a ku ji Talîbanê reviyaye: Jin li wê derê bê qedrin - afgan kadin goc 3 1024x576 1

Di dawiyê de Mihemedî dibêje ku ew pir bêriya xizm û hevalên xwe kiriye û hestên xwe yên tenêtiyê wiha vedibêje: “Li vir kesek me nîne. Ez li vir bi zimanê xwe nizanim ji ber vê yekê nikarim bi mirovan re têkiliyê deynim. Zarokên min jî bêriya xizmên me dikin. Ew bi tenê ne. Ji bo me pir û pir zehmet e. Mirovên li vir mirovên baş in. Lê li her derê mirovên baş û xerab hene. Mînak leşkerên li ser sînor bi me re gelek xerab kirin. Lê mirovên li vir baş in.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Zeynep a ku ji Talîbanê reviyaye: Jin li wê derê bê qedrin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *