1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Zilaman li Silêmaniyê êrîşê jinekê kirin

Zilaman li Silêmaniyê êrîşê jinekê kirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Jina ku li Silêmaniyê dixwest pêşbirka motorsîkletan temaşe bike rastî êrîşa bi dehan zilaman hat.

Li taxa Hîwan a bi ser bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federal a Iraqê jinek ku xwest pêşbirka motorsîklet û otomobilan temaşe bike, rastî êrîşa nêzî sed zilaman hat.

Li ser medya dîjîtal dîmenên kêliya êrişa li dijî vê jinê hatin belavkirin û di dîmenan de tê xuyakirin ku gelek zilam bi pehînan lê didin. Gelek zilam jî li wir vê êrişê wek kêfxweşiyê dibînin û hin zilam jî vê kêliyê bi telefonên xwe dikişînin.

Gelek bikarhenerên medya dîjîtal li ser hesabên xwe dîmen belav dikin û nerazîbûnek zêde li dijî van dîmenan heye.

Piştî ku bertek li hemberî êrîşê zêde bûn, Berdevkê Midûriyeta Asayîşa Silêmaniyê Silêmaniyê Aso Şêx Teha daxuyaniyek da çapemeniyê. Teha, di daxuyaniyê de ragihand ku 16 kesên tev li êrişê bûne, hatine desteserkirin û têkildarî bûyerê lêprisîn berdewam dike. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Zilaman li Silêmaniyê êrîşê jinekê kirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *