Li Mereşê erdhejên du nû yên bi hêza 4.6 û 4.7 pileyên rîxtêr çêbûn.
Li herêma erdhejê, hêjî heşandin berdewam dike. Li gorî daxuyaniya AFAD’ li Mereşê erdhejeke bi pîle 4.7 çêbûye. Navenda wekî navçeya Goksun hatiye diyarkirin û tê gotin, erdhej 15.8 km di kurahiyê de çêbûye.
AFAD’ê li ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyandiye ku beriya vê erdhejê dîsa li heman cihî bi pîle 4,6 û di 36,6 kîlometre kurahiyê de erdhejek din rû daye.
Bi derbasbûna 10 rojan re hêviyên ji bo welatî sax ji bin kavilan bên derxistin, gelek kêm bûne, li aliyekî din li hin herêmên erdhejê yên wek Rihayê proseya lêgerîn û rizgarkirinê bidawî bûye. Herwiha li herêmên erdhejê komîteyên taybet raporên derbarê ziyanan de amade dikin.
Di encama erdhejên 6’ê Sibatê de ku navendên wê her du navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn, 35 hezar û 418 kesan jiyana xwe ji dest dane û 105 hezar û 505 kesên din jî birîndar bûne.
Herwiha li Sûriyeyê jî 5 hezar û 800 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kesên din jî birîndar bûne. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)