Alîkariyên HDP’ê li Dîlokê hatin desteserkirin

featured
WÊNE MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Polîsan li navçeya Islahiyeyê û Nûrdagiyê yên Dîlokê dest danîn 3 TIR’ên alîkariyê yên HDP’ê ku bo mexdûrên erdhejê hatibû amadekirin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê duh 3 TIR’ên alîkariya pêdiviyên lezgîn ku ji Êlihê û Sêrtê hatin şandin ji aliyê polîs û tîmên AFAD’ê ve li Dîlokê hatin desteserkirin. Endama Meclisa Jinan a HDP’ê Yasemîn Demîrkaya ya di Navenda Koordînasyona Krîzê ya Maseya Dîlokê de cih digire, bertek nîşanî astengkirina alîkariyê da.

 ‘Em diwazin birînan bipêçin’

Demîrkaya da zanîn ku erdhej di roja 10’emîn de ye û ji roja ewil a erdhejê ve li Islahiye û Nûrdagiyê xebatên alîkarî û piştevaniyê dikin. Demîrkaya anî ziman ku dema wan xwe gihandiye navçeyên Nûrdagiyê û Islahiyeyê kes li wir tune bûye û mirovên di bin xirbeyan de hawara alîkariyê dikirin û kesî alîkariya wan nedikir. Demîrkaya diyar kir ku ji roja destpêkê ve ew alîkariya mirovî û piştevaniyê digihînin gundan û taxan û dixwazin birînên mexdûran bipêçin. Demîrkaya da zanîn ku wan alîkariya pêdiviyên xurek û cilan temam kiriye û pêdiviya herî zêde bi sobe, komir, êzing û konan heye û TIR’ên ku ji Êlihê û Sêrtê alîkariya sobe, komir, êzing û konan anîbûn Dîlokê hatin desteserkirin.

 ‘Alîkarî têne astengkirin’

Demîrkaya anî ziman ku xelkê navçeyan di rewşek zor de ye û wiha got: “Gelo alîkariya ku bi lezgînî pêdivî pê heye çiqas rast e ku were desteserkirin? Îktidara ku nikare xizmetê bike, nikare xwe bigihînin gel û nikare alîkariyê bike, alîkariya me asteng dike. Niha jî alîkariya ku gelê me berhev dike, asteng dikin. Xebatên me û alîkariya em digihînin gel, asteng dikin. Em ê her alîkarî û piştevanê gelê xwe bin. Tevî hemû astengiyan jî em bi gelê xwe re ne.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Alîkariyên HDP’ê li Dîlokê hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *