Mereş dîsa hejiya

featured
WÊNE RÛDAW
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Mereşê erdhejên du nû yên bi hêza 4.6 û 4.7 pileyên rîxtêr çêbûn.

Li herêma erdhejê, hêjî heşandin berdewam dike. Li gorî daxuyaniya AFAD’ li Mereşê erdhejeke bi pîle 4.7 çêbûye. Navenda wekî  navçeya Goksun hatiye diyarkirin û tê gotin, erdhej 15.8 km di kurahiyê de çêbûye.

AFAD’ê li ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyandiye ku beriya vê erdhejê dîsa li heman cihî bi pîle 4,6 û di 36,6 kîlometre kurahiyê de erdhejek din rû daye.

Bi derbasbûna 10 rojan re hêviyên ji bo welatî sax ji bin kavilan bên derxistin, gelek kêm bûne, li aliyekî din li hin herêmên erdhejê yên wek Rihayê proseya lêgerîn û rizgarkirinê bidawî bûye. Herwiha li herêmên erdhejê komîteyên taybet raporên derbarê ziyanan de amade dikin. 

Di encama erdhejên 6’ê Sibatê de ku navendên wê her du navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn, 35 hezar û 418 kesan jiyana xwe ji dest dane û 105 hezar û  505 kesên din jî birîndar bûne.

Herwiha li Sûriyeyê jî 5 hezar û 800 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kesên din jî birîndar bûne. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Mereş dîsa hejiya

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *