Heyeta Parlamenterên Çepên Kesk li Deriyê Sînor ê Kapikoyê lêkolîn pêk anîn

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Van Haber- Heyeta Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Wanê li Deriyê Sînor ê Kapikoy ê li Navçeya Serayê hin lêkolîn pêk anîn û pirsgirêkên esnafan guhdar kirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Pervîn Bûldan û parlamenterên Partiya Çepên Kesk serdana dikandarên Deriyê Sînor ê Kapikoy ê li navçeya Serav a Wanê ye kirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Zulkuf Ûçar ê li vir axaftineke kurt kir, bi lêv kir ku li ser kurdî ambargoyek heye û wiha got: “Li vir di tabelayê de bi erebî, ingilîzî, tirkî hişyarî hene lê kurdî nîne. Li dijî kurdî tirsek û fikarek heye. Li vir gelek pirsgirêk hene, em ê bişopînin. Em ê nêzîkatiyên cuda ên li dijî kurd, îranî û tirkan qebûl nekin.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Pervîn Bûldan jî da zanîn ku ji bo pirsgirêkên welatiyan bibînin hatine vir û wiha got: “Gelê me got ku li vir bi pirsgirêkên gelekî mezin re rû bi rû ne. Tevî ku xizmên hemwelatiyên me li aliyê din hene jî, dema diçin dawet û sersaxiyan jî pirsgirêk derdikevin. Em qebûl nakin ku ezyet li mirovan tê kirin. Em ê destûrê nedin cotstandartiyê û astengiyên ku ji hemwelatiyên me yên derbasî Îranê bibin re bên derxistin. Em ê di çareserkirina van pirsgirêkan de bi israr bin. Her wiha ji bo derbasbûnên transît çêbin jî em ê bikevin nava hewldanan. Em soz didin ku em ê teqez ji van re bibin çareserî.” (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Heyeta Parlamenterên Çepên Kesk li Deriyê Sînor ê Kapikoyê lêkolîn pêk anîn

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir