1. Haberler
  2. Aktûel
  3. 140 meh bi ser Komkujiya Roboskê de derbas bûye

140 meh bi ser Komkujiya Roboskê de derbas bûye

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hewldana ji bo Roboskê Edalet di meha 140’emîn a komkujiyê de daxuyanî da û wiha got: “Heta ku berpirsyarên Roboskê hesabê nedin dê qala hevhelalkirin û edaletê neyê kirin.”

Hewldana ji bo Roboskê Edalet bi boneya 140’emîn meha komkujiyê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Bila kujer bên dîtin, Roboskê êdî tucar” hatibû daliqandin. Endamê Hewldana ji bo Roboskê Edaletê Tanju Gunduzalp da zanîn ku bi ser komkujiyê re 11 sal derbas bûn û lêgerîna wan a ji bo edaletê didome.

‘Emê her meh li vê derê bin’

Gunduzalp, wiha domand: “Heta ku edalet pêk tê em ê her meh li vê derê bin. An hûn dê gavên wijdana Roboskê û xelkê herêmê rehet dike biavêjin an jî dê di hafizeya qirêjî ya dîroka mirovahiyê de cihê xwe bigirin. Heta ku edalet pêk neyê dê li vî welatî komkujî her bidomin. Dê tu komkujî ji darizandinê bêpar nemînin. Ji îro heta sibe dê teqez hesab were pirsîn û berpirsyar bên darizandin.”

‘Rêya aştiyê di Roboskê de derbas dibe’

Gunduzalp, axaftina xwe wiha qedand: “Heta ku edalet neyê Roboskê dê neyê vî welatî jî. Sedema van tiştên em dijîn, polîtîkaya necezakirinê ye, şer e û nebûna edaletê ye. Em li gel lêgerîna edaletê, pêkvejiyaneke bi aştiyane ne. Li dijî tundiya dewlet û îktîdarê; em ê ji bo Roboskê û hemû komkujiyan bên ba hev û heta edalet pêk tê jî bi rehetî ranezên û nehêlin hûn jî razên. Ji bo her kesên pirsa ‘weke mirovekî ez dikarim çi bikim?’ dikin bersiva me ev e; roja 28’ê ya her mehê Komkujiya Roboskê bi bîr bixin û tev li têkoşîna me bibin. Roboskê, ezmûna dewlet û îktîdarê ye. Rêya aştî û edaletê ya vî welatî ji Roboskê re derbas dibe. Şerma van xakan, birîna nekewandî û lêgerîna edaletê ye. Heta ku berpirsyarên Roboskê hesabê nedin kesek nikare qala hevhelalkirin û edaletê bike.”(MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
140 meh bi ser Komkujiya Roboskê de derbas bûye
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *