Ahmet Ozer: Dengên AKP’ê li herêmê kêm dibin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Zanistê sîyasetê Prof. Dr. Ahmet Ozer balkişand ser anketên li herêmê hatine lidarxistin û destnîşan kir ku dengên AKP’ê kêm dibin û li gel vê dengên HDP’ê jî zêde dibin.

Civaknas û zanîstê siyasetê Prof. Dr. Ahmet Ozer ku bi eslê xwe ji Wanê ye pêşbiniyên xwe yên derbarê hilbijartinên 14 Gulanê de parve kir.

Li gor nûçeya Dengê Amerîkayê, Ozer gotiye ku ew pêşbînî dike li Wanê ji 8 parlamenteran HDP 6 parlamenteran werbigire û wiha domand: “Ez pêşbînî dikim ku HDP ji 8 parlamanterên heyî 6 wergire, AKP û CHP jî 1 bi dest bixin. Bi vê encamê wê du tişt pêş werin: yêk AKP wê ji 3 parlamanteran bikeve parlamanterekî û CHP jî wê bikare parlamenterêkî ji vir derxe.”

Ahmet Ozer: Dengên AKP’ê li herêmê kêm dibin - Ahmet Ozer
Ahmet Ozer

Başak ê AKP’î: Em ê 5 HDP jî wê 3 parlamenteran bidest bixe

Alîkarê Serokê Bajar yê AKP’ê û Berpirsê Çapmeniyê Sînan Başak derbarê hilbijartinan de ji partiya xwe bibawere.

Başak, angaşt ku di hilbijartinê de dengên wan kêm nabin û wiha got, “Hejmara endamên me ji 86 hezaran giheştiye 156 hezaran û ev hejmar her roj zêde dibe.”

Herwiha Başak îdia dike ku Tifaqa Millet wê hember encamên hilbijartinê matmayî bimîne jiber ku ewê serketî bin.

Ahmet Ozer: Dengên AKP’ê li herêmê kêm dibin - Sinan Basak
Sînan Başak

Wî ev tişt gotin: “Di hilbijartina borî de me (li Wanê) bi 4 hezar dengan parlamanterek hinda kiribû. Lê ez bawer im ku vê carê emê 5, HDP jî wê 3 parlamanteran dest bixe.”

Di vê navberê de, tê payîn, ger HDP ji alîyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve were girtin, ewê bin navê partîyeke din bikeve hilbijartinê.

Li gor zanyariyên kulîsan, ewê yan bin navê partîyeke ji Tifaqa Ked û Azadîyê yan jî bin navê Partîya Kesk a Çep (Yeşil Sol Parti) bikeve hilbijartinê.

Partîya Kesk a Çep, berî demeke kin kongreya xwe ya Wanê bi girseyî pêk anî.

‘Girtina HDP’ê bandoreke xerab li ser hilbijêran nake’

Ozer, derheqê vê yekê de jî dibêje ku ger HDP were girtin û bi navekî din bikeve hilbijartinan, ev yêk wê li ser hilbijêran zêde bandorê neke û rewşeke wêrankar dernakeve.

Lê, akademîsyenê Kurd hêvî dike ku HDP vê carê pirtir guh bide daxwazên hilbijêrên xwe yên Kurd û wiha pêde çû: “Ger HDP dîsa pir zêde cîh bide kesên ku di nav civakê de dengên wan kêm û di nava tifaqê de nûnertîyek bilind bide wan, ev yêk wê bibe sedema nerazîbûna hilbijêrin Kurd. Wek mînak li Stenbolê ji HDP 10 parlamanter hene û ji wan yêk jî xeta netewa Kurd temsîl nake. Eger HDP di vê hilbijartinê de kesên ku di nava civakê de tê qebul kirin, wek berbijêr nîşan bide, ez bawerim ku heya 2 puan dê dengê wan zêde be.”

‘Desthilat wê biguher e’

Ozer bi berdewamî pêşbînî dike ku piştî hilbijartinan li Tirkiyeyê desthilat wê biguhere û wiha dibêje: “HDP bi dengên xwe û bi sîyaseta xwe divê di avakirina komara Tirkîyê ya nû de cîh bigire ku hêza Kurdan jî hebe û ew bikaribin pirsgirêka xwe çareser bikin.”

Her wek tê zanîn, di vê hilbijartinê de li gel dîyarkirina serokomar, hejmara parlamanterên li meclîsa Tirkiyeyê jî pir girîng e.

Partî yan jî tifaqa ku bibe desthilatdar jibo derxistina qanûnan 301, jibo ku bi rêya referandumê guhartina qanûna bingehîn bike 360 û jibo ku li meclîsê qanûna bingehîn biguherîne hewceyî 400 dengan be.

Ozer dibêje ku piştî hilbijartinê jî Tifaqa Millet (Gel) nikare ji bîlî HDP ti gavan bavêje û neçar e ku li gel HDP’ê lihev bike.

Hêjayî bibîrxistinê ku li Wanê di hilbijartinên 2018’an de Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) % 59, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) % 32 û Partîya Komarîya Gel (CHP) jî % 3 deng wergirtibû. Li gor wê encamê HDP’ê 5 û AKP’ê jî 3 parlamanter dest xistibûn.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ahmet Ozer: Dengên AKP’ê li herêmê kêm dibin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *