Koma Ma li Amedê koneser bi coş pêk anî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Koma Ma ku ev demeke turneyê kiriye piştî Stenbol, Îzmîr û Enqereyê konsera xwe ya dawî li Amedê lidar xist.

Konsera li salona Şanoya Bajar a Amedê bi tevlibûna hejmarek zêde mûzîkhezan hate pêk anîn. Koma Ma’yê ku aranjoriya wê Rabîn Rebî dike stranên “Kezî, Govendê, Dola Zêbarê, Şalûlvan, Nexşê Mîrza, Fadikê, Yar Gijlokê, Solo Rîtîm, Seydik, Dîleman, Kela Xoyê, Hey Dad, Erê Gulê, Hoy Dil û Mestûre” gotin.

Dahata konserê dê bo HDP’ê biçin

Piştî konserê hunermend Mesûd Gever spasiyên xwe pêşkeşî gel kir û da zanîn ku turneya konsera wan wê di 1’ê sibatê de bi dawî bibe. Gever, diyar kir ku wê dahatên konsera xwe ya dawî diyarî kampanyaya HDP’ê ya bi navê “Xizîneya me gelê me ye” re bikin. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Koma Ma li Amedê koneser bi coş pêk anî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *