Nivîskar Muhsîn Ozdemir pirtûkên xwe îmze kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Bo danasîn û roja îmzeyê ya nivîskar û wergerwan Mûhsîn Ozdemîr li Baroya Wanê bernameyek hate lidarxistin.

Bername ji aliyê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê û Weşanxaneya Sîtavê ve li Salona Tahîr Elçi ya Baroya Wanê hate pêkanîn. Nivîskar Îhsan Colemêrgî, Omer Dilsoz, Xalid Sadînî, hejmareke din nivîskar û parêzer tevli bernameyê bûn. Beriya bernameyê Mûhsîn Ozdemîr ji bo xwendevanên xwe pirtûkên xwe îmze kir.

Moderatoriya bernameyê ji aliyê Parêzer Sîpan Gokhan ve hate pêkanîn. Nivîskar Muhsîn Ozdemîr di bernameyê de qala girîngiya wergera zimanên biyanî bo zimanê Kurdî kir.

Herwiha Ozdemîr pirtûkên xwe yên ku ji hin zimanên cuda bo Kurdî werger kiriye jî da nasîn û behsa naveroka wan kir.

Piştî axaftina Ozdemîr, Denbêj Îsmaîl Seyranoglu jî bi klamên xwe tevli bernameyê bû.

Vîdo/mondaj: Baran Tarhan

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Nivîskar Muhsîn Ozdemir pirtûkên xwe îmze kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *