Podcast Kurdî di nava 3 salan gihiştiye 650 hezar guhdarvanan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Podcast Kurdî ku sala 2020’an de hatiye avakirin, di çapemeniya Kurd de cihek girîng digire. Koordînatorê Giştî yê Podcast Kurdî Mehmed Salih Bedirxan, dibêje “Me bo kesên ku tevî çapemeniya nivîskî û dîtbarî, dixwazin bûyerên li Kurdistan û cîhanê diqewimin, bi nûçeyên deng bişopînin, ev naverokên deng amade kirine.”

Di serê salên 2000’î de li Ewropa û Amerîkayê weşanên podcastê destpê kirin. Li Tirkiyeyê jî di sala 2010’an de ceribandinan destpê kir û di sala 2011’an de yekemîn qeyda podcestê hate pêkanîn. Li gel nûçegîhanan, nivîskar, Yarîker (komedyen), rexnegirên sînemayê û şîrovekarên sporê jî vê mecrayê bikartînin.

‘Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!’

Podcast Kurdî jî di vê mecrayê cih digire û di 21’ê Adara 2020’an de bi slogana “Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!” tevî ekîbeke qelebalix dest bi weşanê kiriye.

Podcast Kurdî, ku ji destpêka weşana xwe heya niha zêdetirê xwe gihandiye 650 hezar guhdarvanan.

Koordînatorê Giştî yê Podcast Kurdî Mehmed Salih Bedirxan derbarê xwebatên xwe de ji Serhat Newsê re hin agahî parve kir.

Bo ku bibe xelekeke çapemeniya Kurd…

Bedirxan destnîşan kir ku yekemin Rojnameya Kurdî ya bi navê Kurdistan di 22’yê Nîsana 1898’an de ji aliyê Mikdad Bedirxan û Abdurrahman Bedirxan ve hatiye derxistin û dide zanîn piştî wê heta niha çapemeniya Kurd rastê pêkutî, sansur û girtinan tê. Bedirxan, her wiha dibêje ku ev 125 sale gelê Kurd ji bo fikr û ramanên xwe bi avayekî azad bikare derbire, bi israr têkoşîn dide û anî ziman ku bi vê armancê wan jî boku bibin xelekek çapemeniya Kurd Podcast Kurdî ava kirine. Bedîrxan bi domdarî got ku di ekîba wan de 13 jê jin bi giştî 25 xebatkar hene.

Podcast Kurdî di nava 3 salan gihiştiye 650 hezar guhdarvanan - foto 3 1

Li ser mijarên cur be cûr podcest hatine amadekirin

Bedirxan, bilêv kir ku li ser mijarên wekî çîrokên mirovan, serpêhatiyê Kurdên ku koçî Ewropayê kirine, geşedanên siyasî yên li Herema Kurdistan, Îran û Sûriyeyê podcest amade kirine û wiha domand: “Me li ser çîrokên jinan, rojnamevanên jin, LGBTQ+, daraz, penaber, ekolojî û hawîrdorê podcest amade kirin û weşandin e.”

Koordînatorê Giştî Bedirxan, di berdewamiyê de hin daneyên têkildarî xebatê jî parvekirin û wiha got, “Em podcastan li mala xwe amade dikin. Eleqeyek baş heye. Di sala 2020’an de em gihiştin 190 hezar guhdarvanan. Dîsa di sala 2022’an de zêtirê me xwe gihandiye 650 hezar kesî. Di nava 3 salan de me 350 podcest weşandine.”

Podcestên Zazakî û Soranî

Bedîrxan diyar kir ku di sala 20022’an de dest bi weşandina podcestên Zazakî jî kirine û herî dawî di sala 2023’an de jî podcestên Soranî weşandine. “Heta niha zêdetirê 50 rojnamevanan ji me re naverokên bi telîf amade kirine. Em berdewamî naverokên bi telîf ji rojnamevanan distînin. Piştî nîqaşên edîtoryal em bersiveke erênî yan jî neyî didin wan. Her rojnamevanekî di destê wî de çîrokek heye, dikare vê çîrokê bi rêya Podcest Kurdî bi gihîne guhdarvanan.

‘Em ê e-Kovarekî derxin’

Herî dawî Bedîrxan, armancên xwe yên pêşerojê jî anî ziman û wiha axivî: “Heta niha me 15 e-bulten amade kirine. Em difikirin ku di pêşerojê de e-kovarekî jî derxin. Her wiha em ê berdewamî, bûyerên binpêkirina mafan, karesatên xwezayî û mijara koçberîyê bişopînin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Podcast Kurdî di nava 3 salan gihiştiye 650 hezar guhdarvanan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *