Akşener cardin vegeriya ser masê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Civîna Tifaqa Millet destpê kir. Seroka IYI Partiyê Meral Akşener ku biryara vekişîna ji tifaqê ragihandibû jî tevli civînê bû. Akşener, li ber deriyê Navenda Partiya Saadetê ji aliyê Serokê Giştî Temel Karamollaoglu ve hate pêşwazîkirin.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal, Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan û Serokê Giştî yê Partiya Gelecek Ahmet Davutoglu, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu û Seroka IYI Partiyê Meral Akşener li Navenda Giştî ya Partiya Saadetê saet di derdora 16:00’an de li hev civiyan.

Berî civînê Kiliçdaroglu û Akşener hevdîtinek pêk anîn.

Berdevkê IYI Partiyê Kurşad Zorlu piştî hevdîtina Meral Akşener û Kemal Kiliçdaroglu daxuyaniyek da û got dê seroka partiya wan Meral Akşener beşdarî civîna Maseya 6 Partî bibe.

Zorlu got, “Seroka me ya giştî biryar daye ku îro beşdarî civîna Hevpeymaniya Millet ya li Partiya Saadetê bibe.”

Di daxuyaniya hevpar a piştî civîna berê de hatibû gotin, “Em bi biryar in ku Tirkiye ya sibe ava bikin û vejînin. Bêyî ku tu kesî derve bihêlin ji nava 85 milyon gelê xwe, dilê kesî bişkînin, baweriyê bişkînin em ê rêya xwe bidomînin.” (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Akşener cardin vegeriya ser masê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *