Amerîka dê 3 hezar leşkeran bişîne Kendava Basrayê

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Aloziya li Kendava Basrayê di navbera Amerîka û Îranê de zêde bûye. Amerîkayê herî dawî biryar daye ku 3 hezar leşkeran bişîne kendavê.

Hêzên deryayî yên Amerîkî vê yekşemê gihîştin Qenala Suweyşê ê ji vir jî berê xwe dan Kendava Basrayê. Her weha balafirên F-35 û F-16 ligel destroyerên moşekên pêşketî barkirî, di nava hêzên Amerîkayê de cî digirin.

Keştî û balafirên şer ên tevlî leşkeran tên şandin wê Stolaya 5. a Amerîkayê ya li Kendava Îranê xurtir bike.

Washingtonê ragihand, hêzên hatine şandin wê ewlekariya tankêrên petrolê pêk bîne.

Amerîka dixwaze leşkerên xwe heta Tengava Hurmuz derbas bikin, di tankerên bazirganiya petrolê dikin de cî bigirin.

Ji bo vê jî pêdivî bi destûra hukumetên herêmî û şîrketên bazirganiya petrolê heye.

Îran û trafîka tankeran

Îranê di demên dawî de trafîka tankerên petrolê asteng kiribû û pêşiya hinek tankeran birîbû.

Tê ragihandin, di 2 salên dawî de herî kêm 20 tankerên bazirganiya petrolê dikirin ji aliyê Îranê ve hatine sekinandin.

Îranê ji bo demekê dest danîbû ser çend ji wan tankeran.

Ji bilî vê, hefteya borî Îranê li giravên di navbera wê û Yekitiya Îmaratên (Emirtî) Ereb de tetbîqateke leşkerî li dar xistibû.

Her du welat dixwazin van giravan kontrol bikin û serdestiya reqîbê xwe ya li ser wan qebûl nakin.

Polîtîkaya zext û zorê ya Îranê baweriya Erebistana Siûdî û Yekitiya Îmaretên Ereb a bi Amerîkayê re kêm dike.

Her du welatên ku hevalbendên stratejîk ên Amerîkayê ne, niha hewl didin pêdiviya xwe ya bi Washingtonê re kêm bikin.

Ji ber ku baweriya berê ya welatên Kendavê ya bi Amerîkayê êdî ne di asta berê de ye.

Welatên herêmê di wê baweriyê de ne, Washington êdî nikare li hemberê zextên Îranê yên li Kendavê wan biparêze.

Ev jî sebeba sereke ye ku çima Amerîka niha dixwaze hêzeke nû bişîne Kendava Îranê? (ÎnfoWelat)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Amerîka dê 3 hezar leşkeran bişîne Kendava Basrayê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *