Li Amedê vê car jî şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

DÎSKÎ ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, piştî qedexekirina şûştina pêşiya kargehan, niha jî şûştina mehfûr û wesayîtan qedexe kir.

Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, beriya şuştina pêşiya karkeh û peyarêya bi xortomê qedexe kiribû.

DÎSKÎ’yê niha jî bi hinceta tasarrufa ava vexwarinê, şûştina mehfûr û wesayîtan bi avayekî demkî qedexe kir.

 DÎSKÎ’yê qedexe kir ku di navbera 8-12’ê tebaxê (5 roj) de li beşa şûştina wesayîtan a 151 îstasyonên sotemeniyê yên li navenda bajar, 36 febrîqeyên şûştina mehfûran û her wiha di navbera 8-10’ê tebaxê (3 roj) de jî li 283 fîrmayên şûştina wesayîtan mehfûr û wesayît bên şûştin.

Zabitayên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin û yên navçeyan dê derheqê kesên ku ne li gor biryarê tevdigerin de, li gorî xala 32’yemîn a Qanûna Qebehetan a Hejmar 5326’ê de, hezar û 295 lîreyan cezayê pereyan bibirin. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Amedê vê car jî şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *