Li hemberî hevserokê HDP’ê yê berê êrîş

featured
Wêne Amîda Haber
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Yenişehirê ya Ameda hevserokê berê yê navçeya Rezanê ya HDP’yê Ahmet Aslan û kurê wî di erîşeke çekdarî de birîndar bûn.

Li çayxaneya Nûpeldayê ya li navçeya Yenişehirê doh welatiyê bi navê H. Aslan ji ber sedemeke nediyar bi çekê êrîşî birayê xwe Ahmet Aslan û kurê wî Avreş Aslan kir.

Di bûyerê de Ahmet Aslan ji rûyê xwe û kurê wî Avreş Aslan ji lingê xwe birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Piştî mudaxaleya destpêkê Aslan û kurê wî ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargilê re hatin şandin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Ahmet Aslan û Avreş Aslan baş e. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li hemberî hevserokê HDP’ê yê berê êrîş

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *