1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Amerîkayê derbarê rewşa Afrînê de daxuyaniyek weşand

Amerîkayê derbarê rewşa Afrînê de daxuyaniyek weşand

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Amerîkayê diyar kir ku Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) rêxistineke terorîstî ye û divê demildest ji Efrînê derkeve.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Şamê li ser hesaba Twîtter’ê derbarê rewşa Afrînê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em ji pêşveçûnên dawiyê yên Heyet Tehrîr El-Şamê ya terorist li bakurê Helebê bi fikarin û divê Heyet Tehrîr El-Şamê dimildest ji herêmê vekişe.”

Her wiha balyozxaneyê di berdewamê de jî got, “Amerîka ji tundûtûjiya vê dawiyê ya li bakurê rojavayê Sûriyê pir bi fikar e. Divê hemû alî can û malên sivîlan biparêzin.”

Hêjayî gotinê ye ku ev hefteyeke, HTŞ’ê derbasî herêma Efrînê bûye. HTŞ’ê heta niha navçeya Cindirêsê, bajarê Efrînê, navçeya Şera û gundên wan kontor kirin û niha berê xwe daya navçeyên Bilbilê û Raco.

Li gorî agahiyên Mala Çavderiya ya Mafê Mirovan ya Suriyê (SOHR) jî, di şer û pevçûnên di navbera HTŞ û Feyleqa Sêyem de, li vir heta niha 10 jê zarok 58 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Serhat News

(lg)

Jêder: K24

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Amerîkayê derbarê rewşa Afrînê de daxuyaniyek weşand
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *