Amerîkayê fermanderek El Qaîdeyê kuşt

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Fermandarekî grûpa Hurrase-Dîn ji aliye artêşa Amerîkayê ve di encama êrîşekî esmanî de li bajarê Îdlîbê ya Suriyê hate kuştin.

Artêşa Amerîka di daxuyaniyekê de ragihandiye, li bajarê Idliba Sûriyê wan di êrişeke asmanî de fermandarekî pile bilind yê grûpa tundrew a Hurras el-Dîn kuşt. Hurrase-Din hevpeymana rêkxistina El Qaide ye.

Li gor heman daxuyaniyê, Ebû Hemze Yemanî, fermandarê diyar yê Grûpa Hurras el-Dîn dema ku bi tenê li ser motorsîklekî bûye hatiye armanckirin. Artêşa Amerîka dibêje: “Ti kesekî sivîl neketiye ber wê êrîşê.”

Rêxistina mafê mirova a Berevaniya Şaristanî ya Sûriyê jî, ragihandiye, kesek li ser motorsîklekê bi dû mûşekan hatiye armanckirin û termê wî jî ji bo saziya tiba edlî hatiye şandin.

Li gor daxuyaniya Artêşa Amerîka, kuştina wî fermandarê Hurras el-Dîn wê şiyanên Qaide yên encamdana êrîşan li dijî welatiyên Amerîka û hevbeşên wê û sivîlan li cîhanê lawaz bike.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Amerîkayê fermanderek El Qaîdeyê kuşt

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *