Li Amerîkayê 46 kes mirî hatin dîtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Teksasa Amerîkayê 46 kesên ku tê gotin penaber in, di kamyonekê de mirî hatin dîtin.

Di nûçeyên ku çapemeniya Amerîkayê weşandine de tê ragihandin ku li bajarê San Antonio ya eyaleta Teksasê 46 kesên ku tê texmînkirin penaber in, di kamyoneke hatiye terikandin de mirî hatin dîtin. Hat diyarkirin ku di nav miriyan de zarok tunene.

Birîndar rakirine nexweşxaneyê

Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya San Antonioyê ragihand ku 4 jê zarok bi tevahî 16 kes rakirin nexweşxaneyê.

Tê texmînkirin kesên di kamyonê de hewl dane bi rêyên derqanûnî derbasî Amerîkayê bibin.

Rayedaran her wiha ragihandin ku klîmayên kamyona ku taybetiya wê ya veguhestina sar heye nexebitî û di hundir de av tunebû.

BBC: Têkildarî bûyerê 3 kes hatine desteserkirin

Li gorî nûçeya BBC’yê, polîsan 3 kesên ku tê gotin, têkiliya wan bi bûyerê re heye, desteser kirin.

Di vê navberê de neteweya miriyan hêj ne diye.

San Antonio 250 kîlometre dûrî sînorê Meksîkayê ye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Amerîkayê 46 kes mirî hatin dîtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *