ARSÎSA: Bi ser zarokên Kurdan perwerdeya Tirkî tê ferzkirin!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Komeleya ARSÎSA’yê ku bi minasebeta destpêka serdema perwerdehiyê ya 2023-2024’an daxuyaniyek da, diyar kir: “Dîsa li ser bi milyonan zarokên Kurdan perwerdeya bi zimanê Tirkî dê were ferzkirin û zarokên Kurdan dê dîsa ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar bên hîştin.”

ARSÎSA’yê bi daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci ku li şûna wî qeyûm hatiye diyarkirin jî di nav de, hejmarek zêde nûnêrên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tevli bernameyê bûn.

Daxuyanî li ber deriyê Komelaya Zimanê Kurdî ARSÎSA’yê ya li navenda bajêr ji aliyê Rêveberê Arsîsayê Şewket Acar ve hate xwendin. Di çalakiyê pankarta, “Em perberdeya bi Kurdî dixwazin’ hate vekirin.

Şewket Acar, di destpêkêda xêrhatin ji beşdaran kir û bibîrxist ku li Tirkiyeyê serdema perwerdehiya 2023-2024’an îro 11’ê Îlonê dest pê kiriye û wiha domand: “Destpêkirina vê serdema perwerdeyê ji bo zarokên Kurdan jî derbasdar e. Li gorî xala 42’yemîn a zagona bingehîn a Tirkiyeyê, li dibistanên dewletê ji bilî zimanê Tirkî bi tu zimanê dayikê perwerde nikare were dayîn. Ev jî tê wê wateyê ku mîna sed salên borî yên Komara Tirkiyeyê, dîsa li ser bi milyonan zarokên Kurdan perwerdeya bi zimanê Tirkî dê were ferzkirin û zarokên Kurdan dê dîsa ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar bên hîştin.”

‘Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî’

Acar bi gotina, “Bi vê yekê, dê bi milyonan zarokên Kurdan di nava diranên çerxa bişaftinê de werin helandin û ji zimanê xwe, rastiya xwe, nasnameya xwe û ji çanda pêşiyên xwe dûr bikevin” dirêjî da axaftina xwe û wiha pêde çû: “Bê guman, wekî hemû gel û neteweyan, ji bo gelê kurd jî parastina çand û zimanê xwe hêmana bingehîn û sereke yê têkoşînê ye. Di bingeha hemû têkoşînên neteweyî de daxwaza azadiya çand û ziman heye. Di têkoşîna gelê Kurd de jî azadiya çand û zimanê kurdî sedema sereke û bingehîn a têkoşînê ye”

Acar, bilêv kir, “Daxwaza gelê Kurd a ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê!’ daxwazeke rewa û însanî ye.”

ARSÎSA: Bi ser zarokên Kurdan perwerdeya Tirkî tê ferzkirin! - ARSISA Bi ser zaroken Kurdan perwerdeya Tirki te ferzkirin 2

Di berdewamiya axaftina xwe de Acar, diyar kir, “Bi milyonan zarokên kurd dixwazin bi zimanê dayika xwe perwerde bibin, bi zimanê xwe bixwînin, xewnên xwe bi zimanê xwe bibînin, helbestên xwe bi zimanê xwe bixwînin, romanên xwe bi zimanê xwe binivîsin.”

‘Li hemberî pişavtinê dengê xwe bilind bikin’

Acar her wiha bang kir, “Bi taybetî li dê û bavan û pê re jî li tevahiya gelê kurd em bang dikin ku li hemberî vê helwesta înkar û tunehesibandina zimanê kurdî ya ku di sedsala 21emîn de bi polîtîkêyên bişaftinê li ser gelê kurd tê meşandin, dengê xwe bilind bikin.” Û daxwazên di vî warî de jî wiha rêz kir:

“*Xala 42yemîn a zagona bingehîn neyê derxistin û betalkirin;

*Dewleta Tirkiyeyê, şerh û îtîrazên xwe yên li ser xalên 17, 29 û 30emîn ên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî yên ku bi azadiya çand û zimanî re pêwendîdar in betal neke û li vî welatî zimanê kurdî nebe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê nebe zimanê perwerdeyê, dê gelê kurd têkoşîna xwe ya parastina zimanê kurdî ranewestîne.”

‘Perwerdeya zimanê zikmakî ji bo zarokan gelek girîng e’

Piştî daxuyaniyê Rêveberê Komeleya Arsîsayê Cemîl Arman derbarê mijarê de daxuyaniyek taybet da Serhat Newsê.

Arman, da zanîn ku perwerdeya bi zimanê zikmakî bo pêşveçûna zarokan gelek girîng e û wiha axivî: “Bi rastî zanyar ji dibêjin, ku zarokek bi zimanê xwe perwerdeyê nebîne û pêşnekeve, ew zarok serkeftî nabe. Ji bo wî jî weke insanî pêwîste her zarok ji pêşdibistanê heya zanîngehê bi zimanê xwe dersê bibîne.”

ARSÎSA: Bi ser zarokên Kurdan perwerdeya Tirkî tê ferzkirin! - Cemil Arman
Cemîl Arman

Her wiha Arman got ku ew wekî Komeleya ARSÎSA’yê dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê fermî daku zarok jî pêşbikevin.

Di dawiya axaftina xwe de Arman bang li malbatên Kurdan kir ku li her derê bi zarokan re Kurdî biaxivîn û wiha domand: “Em tîka dikin bo malbatên xwe yên kurd daku li her derê li gel zarokên xwe kurdî biaxivin. Lewra hindî diçe kurdî lewaz dibe û berbi tunebûnê re diçe. Vê berpisyariyê pêwîste malbat wekî şoreşekê bidin ber xwe. Peywira me ya insanî ew e ku em li her derê zimanê xwe bikarbînin.”

Nûçe: Lokman Gezgîn

Vîdeo/Montaj: Dildar Guler

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
ARSÎSA: Bi ser zarokên Kurdan perwerdeya Tirkî tê ferzkirin!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *