Batman Petrolspor, Hendekspor 2-1 têk bir û hêj bo bidawîbûna lîgê 3 hefte mayî, şampiyaniya xwe ragihand û derket Lîga 2’yemîn.
Tîma Êlihê, Batman Petrolspora ku di Lîga 3yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) da cih digire, li hemberî tîma Sakaryayê Hendeksporê bi 2-1 bi ser ket û 3 hefte beriya bidawîbûna lîgê bû şampiyon.
![Batman Petrolsuporê şampiyoniya xwe ragihand - Batman Petrolspore sanpiyoniya xwe ragihand1 1](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2022/04/Batman-Petrolspore-sanpiyoniya-xwe-ragihand1-1.jpg)
Batman Petrolspor li ber çavên nêzîkî 15 hezar temaşevanên xwe li hemberî tîma Hendeksporê di deqeya 9’emîn a pêşbirkê de 1-0 paşve ket.
![Batman Petrolsuporê şampiyoniya xwe ragihand - Batman Petrolspore sanpiyoniya xwe ragihand2](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2022/04/Batman-Petrolspore-sanpiyoniya-xwe-ragihand2.jpg)
Di deqeya 28’emîn de Petrolspor bi Aykut Çîft gola wekheviyê avêt û skor bû 1-1. Petrolspor di nîva duyemîn bi lez û bez dest bi pêşbirkê kir û di deqeya 51’emîn de penaltiyek bidest xist lê Aykut Çift sûdê penaltiyê wernegirt.
![Batman Petrolsuporê şampiyoniya xwe ragihand - Batman Petrolspore sanpiyoniya xwe ragihand4 1](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2022/04/Batman-Petrolspore-sanpiyoniya-xwe-ragihand4-1.jpg)
Akin Akman di 69’emîn de gola duyem a Batman Petrolsporê avêt û bi vê yekê Petrolspor 2-1 ket pêşiya Hendeksporê.
![Batman Petrolsuporê şampiyoniya xwe ragihand - Batman Petrolspore sanpiyoniya xwe ragihand](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2022/04/Batman-Petrolspore-sanpiyoniya-xwe-ragihand.jpg)
Pêşbirk bi 2-1 serkeftina Batman Petrolsporê bidawî bû û bi vê skorê 3 hefte beriya bidawîbûna lîgê bû şampiyon û derket Lîga 2yemîn.
Serhat News
(lg)