TSK’ê li Herema Kurdistanê operasyon da desptpêkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hêzên Artêşa Tirk (TSK) li herêmên Metîna, Zap, Avaşîn û Basyanê yên Herema Federal a Kurdistanê li dijî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) operasyonek da destpêkirin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar derengiya îşev destpêkirina operasyona ku wekî ‘Pençe Kilîl’hatiye binavkirin, ragihand. Hulusî Akar destpêkirina operasyona nû piştî civîna li gel Serfermandarê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û fermandarên hêzên bejayî, esmanî û deryayî ragihand.

Wezîrê Parastinê Akar, got ku ew ji erd û esman wan deveran bi tundî topbaran û bombebaran dikin û hêzên wan ên komando bi helîkopteran daketine herêmê.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, giraniya vê operasyona nû ya berfireh, li ser herêma Zapê ye û ev dever bi tundî tê topbaran û bombebarankirin.

Qaymeqamê navçeya Amêdiyê ya Herema Kurdistanê Warşîn Selman ku derbarê operasyonê de agahî dane çapemeniyê diyar dike, “Bombebaran û topbarankirina sînorên her sê nahyeyên Dêrelûk, Kanî Masê û Şêladizê berdewam e. Çiyayê Korejar, Geliyê Reşave, Zap, Nihêl, Nêrwe û Rêkan ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên bombebarankirin.”

Li gor agahiyên ji çavkaniyên heremî hatine wergirtin, her êvara Yekşemê  firokeyên Tirkiyê, navçeyên Avaşîn û derdora gundê Sîte û Çiyayê Korejar li sînorê nahyeya Şêladizê û Geliyê Reşave li nahyeya Dêrelûkê bi dijwarî bordûman kirin.

Artêşa Tirkiyê êvara heman rojê derdora gundê Ravîna ku dikeve devera Berwarî Bala li bajarê Duhokê topbaran kir.

Hate ragahindin ku di nava du rojên derbasbûyî de artêşa Tirkiyê 8 caran Çiyayê Korejar li nahyeya Şêladizê bombebaran kir û di encama bombebaranê de ziyan gihişt malên welatiyan.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
TSK’ê li Herema Kurdistanê operasyon da desptpêkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *