1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Bi boneya ku pezê wî derketiye ser rêya qeymekam ceza ji şivan re hat birîn

Bi boneya ku pezê wî derketiye ser rêya qeymekam ceza ji şivan re hat birîn

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Qeymeqam û qeyûmê şaredariya navçeya Gogsiyê ya Erziromê ji ber ku bi keriyê pez derket pêşiya konvoya wî, şivanê pez bi hezar û 295 lîreyan ceza kir.

Şivanê pez Reîs Karataş, 2’ê Tebaxê li Gundê Mele Osman ê bi ser navçeya Gogsî (Qereyazi) ya Erziromê bi keriyê pez çûbû pêşiya konvoya Qeymeqam û qeyûmê Şaredariya Gogsiyê Muammer Saridogan.

Qeymeqam Saridogan bi hinceta ku wî “metirsî li ser çûnûhatinê çêkiriye” ji şivanê pez Reîs Karataş re hezar û 295 TL ceza da birîn.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaşê li ser hesabê xwe ya medyaya civakî derbarê mijarê de peyamek belav kir û bertek nîşanî qeymeqam da.

Beştaşê wêneyê makbuza wî cezayê ku li şivan hatiye birîn jî belav kir û got: “Eger hûn qeymeqamek ji awa û nifşê nû yê AKPyê bin û bi ser de jî li ser kursiya qeyûm bin weleh karê we zehmet e!”

Bûyerê 2’ê Tebaxê de li taxa Mele Osman a navçeya Gogsiyê rû dabû.

Qeymeqam û qeyûm dema bi konvoya otomobîlên xwe ji taxê derbas dibû, keriyê pezê şivanê bi nave Reîs Karataş çûbû pêşiya konvoya wî.

Agahdarname jê re hatiye şandin

Piştî bûyerê Karataş bi hezar û 295 lîre hatibû cezakirin û agahdarnameyek bi îmzeya Qeymeqam Muammer Saridogan jê re hatibû şandin.

Di wê agahdarnameyê Qeymeqamiyê de hat gotin ”Li taxa Molla Osman hatiye destnîşankirin ku fermanên giştî yên walîtiyê hatine binpêkirin û keriyê pez li ser rêyê bê xwedî hatiye berdan.

Bi vê jî li ser rêyên bejayî metirsî li ser çûn û hatinê çêbûye û di çarçoveya Yasaya Qebehetan de cezayê îdarî (pere) hatiye dayîn.”

Herwiha ku şivanê pez bixwaze wî cezayî beş bi beş bide dikare di nava 30 rojaî de serî li Rêveberiya Çandinî û Daristanan ya navçeyê bide.

Eger ji vê biryarê nerazî be jî dikare di 15 rojan de serî li dadgehê bide. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bi boneya ku pezê wî derketiye ser rêya qeymekam ceza ji şivan re hat birîn
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *