Keştiya koçberan binav bû: Herî kêm 63 kes mirine

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Keştiya koçberan li nêzîkê Giravên Cabo Verdeyê ya li peravên rojavayê Afrîkayê binav bû. Di bûyerê de li gor agahiyên destpêkê herî kêm 63 koçber mirine

Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî (IOM) ragihandiye ku li nêzîkî Giravên Cabo Verdeyê (Pozê Kesk) ku dikeve Rojavayê Afrîka û li nêzî Senegal û Morîtanyayê ye keştiyeke koçberan binav bûye.

Hate ragihandin ku di encama vê bûyerê de herî kêm 63 koçberan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê, keştî ji peravên Fass Boyeyê birê ketiye. Ev der 150 kîlometre dûrî Dakarê, paytexta Senegalê ye. Keştî tevî 101 rêwiyên xwe, ber bi Giravên Kanaryayê ya Ispanyayê ve diçû.

Li gorî zanyariyan, 38 penaber ji qeyikê hatine rizgarkirin ku çar jê zarok in û temenên wan di navbera 12 û 16’an de ne.

Polîsan diyar kiriye ku keştî roja Duşemê, 150 mîlên behre (277 kîlometre) dûrî Girava Salê hatiye dîtin. Sal giraveke Cape Verdeyê ye û li Okyasûsyaya Atlasê ye.

Di raporê de ewilî hatiye diyarkirin ku keştî binav bûye, lê dû re hatiye gotin keştî di omanê de kaş bûye.

Li gorî IOMê, di sala 2022’yan de herî kêm 559 kesên dixwestin xwe bigihînin Giravên Kanaryayê, mirine. Di şeş mehên destpêkê yên îsal de, li heman deverê 126 kes mirine yan jî winda bûne û 15 keştiyan qeza kirine.

Keştiya koçberan binav bû: Herî kêm 63 kes mirine - Kestiya kocberan binav bu Heri kem 63 kes mirine 2

Hêjayî gotinê ye ku di meha Tîrmehê de li nêzîkî Dakarê, paytexta Senegalê keştiyek binavbûbû û di encamê de 15 kes fetisîbûn. (Bîanet)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Keştiya koçberan binav bû: Herî kêm 63 kes mirine

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *