Newroza Wanê li kêleka Keleha Wanê bi tevlibûna bi hezaran welatiyan destpê kir. Gelê bajêr di bin baranê de cihê xwe li qadê girt û bi coş Newroz pîroz kir. Di axaftinan de welatiyên ku di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn û hate gotin ku ew ê bajaran bi hevre cardin ava bikin.
Li Wanê, pîrozbahiya Newrozê îsal bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” tê lidarxistin.
Bernameya Newrozê bi rêzgirtina bo qurbaniyên erdhejên Mereşê destpê kir. Serokên Komîteya Amadekar a Newroza Wanê Edîbe Babûr û Sedat Duşunmez piştî rêzgirtinê axaftinên xwe pêşkeş kirin.
![Bi hezaran Wanê herikîn qada Newrozê: Em ê bajarên xwe bi hev re ava bikin - Bi hezaran Wane herikin qada Newroze Em e bajaren xwe bi hev re ava bikin 4](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2023/03/Bi-hezaran-Wane-herikin-qada-Newroze-Em-e-bajaren-xwe-bi-hev-re-ava-bikin-4.webp)
Babûr di axaftina xwe de qurbaniyên erdhejê bibîr anî û piştre jî Newroza gelê Wanê pîroz kir.
Duşunmez jî bi heman avayî qurbanî bibîr anîn û got ku wan Qada Newrozê bi rengê şînê yê reş pêçane. Duşunmez, derbirî ku ew ê bo mexdûrên erdhejê piştevaniya xwe xurtir bikin û got, “Em ê bajarên xwe bi hev re cardin ava bikin.”
![Bi hezaran Wanê herikîn qada Newrozê: Em ê bajarên xwe bi hev re ava bikin - Bi hezaran Wane herikin qada Newroze Em e bajaren xwe bi hev re ava bikin 3](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2023/03/Bi-hezaran-Wane-herikin-qada-Newroze-Em-e-bajaren-xwe-bi-hev-re-ava-bikin-3.webp)
Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Handan Karakoyun jî di axaftina xwe de got, “Newroza 2023’yan wê bibe wesileya aştî û azadiyê. Îsal wê ji bo gelên bindest bibe sela azadiyê”
Piştî axaftinan Koma Aryen derket ser dikê û stranên xwe pêşkeş kir.
![Bi hezaran Wanê herikîn qada Newrozê: Em ê bajarên xwe bi hev re ava bikin - Bi hezaran Wane herikin qada Newroze Em e bajaren xwe bi hev re ava bikin 2](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2023/03/Bi-hezaran-Wane-herikin-qada-Newroze-Em-e-bajaren-xwe-bi-hev-re-ava-bikin-2.webp)
Bernameya Newrozê berdewam dike.
Serhat News
(lg)