‘Bîraxane’ li Mêrdînê hate nîşandan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Fîlma derhênerê Kurd Bîlal Korkut a bi navê  “Bîraxane” li bajarê Mêrdinê hat nîşdandin û fîlm rastî eleqeyeke mezin hat.

Duh li Mêrdînê li Sahneya Şaneşîn a Performansê fîlma Bîlal Korkut a bi navê Bîraxaneyê hat nîşandan.

Fîlma Korkut ji aliyê hunerhezên Mêrdînê ve rastî eleqeyeke mezin hat.

Piştî nîşandana fîlmê temaşevanan pirs û rexneyên xwe ji derhêner Bîlal Korkut û lîstikvan Sîdar Ozmen re anîn ziman.

Heman fîlma Korkut beriya Mêrdînê, li bajarên Amed, Êlih û navçeya Qoserê jî hatibû nîşandan.

Fîlm îro li navçeya Nisêbînê ya Mêrdinê tê nîşandan.

Herwiha biryar e di rojên pêş de li bajarê Wanê jî bê nîşandan.

Fîlma Bîraxaneyê ku feyza xwe ji helbestên Arjên Arî digire di 9emîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Dihokê de bi karekterê Mirad Hisên Hesen xelata lîstikvanê herî serkeftî wergirtibû.

Gera fîlmê ya li festîvalên navneteweyî berdewan e û di demên pêş de ew dê li Moskow û New Yorkê bê nîşandan.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘Bîraxane’ li Mêrdînê hate nîşandan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *