Çalakî li zanîngehên Îranê belav dibin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li hejmarek zêde zanîngehên Îranê tevî êrişên dijwar ên rejîmê çalakiyên nerazîbûnê berdevam in.

Çalakiyên piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Mahsa Amînî li Îranê destpêkiribûn, berdewam in. Duh jî li bajarên Sine, Seqiz, Merîwan û Pîranşarê çalakî hatin lidarxistin. Her wiha xwendekarên dibistana amadehî û zanîngehê li gelek bajaran meş û çalakî li dar xistin. Hêzên rejîma Îranê xwendekarên zanîngehê yên li Sineyê dorpêç kirin û hewl dan pêşî li ber çalakiyê bigirin. Xwendekarên zanîngehê yên Îranê neçûn dibistanê û çalakiya boykotê lidarxistin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bang li hemû zanîngeh û navendên zanistê yên cîhanê kir ku li dijî zext û gefên rejîma Îranê piştevaniyê bidin xwendekarên zanîngeh û dibistanan ên Îranê.

Serhat News

(lg)

Jêder: MA Kurdî

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Çalakî li zanîngehên Îranê belav dibin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *