Çalakiya karmendên tenduristiyê berdewam dike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li 81 bajarên Tirkiyeyê karmendên tenduristiyê yên endamên Platforma Yekîtî û Têkoşîna Tenduristî û Xizmeta Civakî (SABIM) çalakiya xwe ya neçûna ser kar, di roja duyan de berdewam dikin.

19 sendîkayên tenduristiyê û 2 fedarasyonên bijîşkan ên ku di bin banê SABIM’ê de ne, biryar dabûn ku 2 rojan neçin ser kar.

Çalakî, bi armanca balkişandina ser binpêkirinên mafên bijîşkan û karmendên tenduristiyê tê kirin.

‘Bila mercên me bên başkirin’

Karmendên tenduristiyê bi daxuyaniyên çapemeniyê xwestin ku mûçe û şert û mercên wan ên kar bên başkirin, herwiha rê li ber tûndûtîjiya li hemberî wan bê girtin.

Karmendekî Tenduristiyê yê li Enqereyê got: “Em li bendê ne xizmeta me ya dilsozane ku me di serdemên şewb, erdhej û hemû şert û mercên zehmet de pêşkêşî gelê xwe kiriye neyê jibîrkirin.

Têkoşîna ku em ji bo xizmeteke baş a tenduristiyê dikin ne tenê ji bo me ye herwiha ji bo nexweşên me ye jî û em banga piştgiriyê li hemû gelê xwe dikin.”

Daxwaza zêdekirina mûçeyan

Yekem civîna peymanên bikom a ji bo zêdekirina mûçeyên karmendan roja sêşemê hat kirin.

Nûnerên hikûmet û sendîkayên karmendan beşdarî civînê bûn û mûçeyên karmendan ên 2024 û 2025an hatin guftûgokirin

‘Em nikarin pêwîstiyên xwe pêkbînin’

Karmendên tenduristiyê dixwazin ku di wan civînan de şert û mercên aborî li ber çav bên girtin û mûçeyên wan li gorî van şertan bêne zêdekirin.

Bijîşkekî amaje pê kir ku nikarin pêwistiyên xwe pêkbînin û pê de çû:

“Hêza me ya kirînê bi awayekî bilez kêm dibe. Divê heqê saetên zêde yên xebata me du qetan zêdetir be lê em ji nîvê heqê xwe jî kêmtir distînin.

Em nikarin mercên tendurist ên xwarinê ji bo zarokên xwe bi cih bînin. Em di xerciyên wan ên pewerdeyê de û di dayîna heqê kirêya xaniyên xwe de jî zehmetiyan dibînin.”

Koça bijîşkan a bo derveyî welat

Li Tirkiyeyê koça bijîşk û karmendên tendirustiyê ji ber şert û mercên giran ên kar, tûndûtîjiya li hemberî wan û mûçeyê kêm  sal bi sal zêdetir dibe.

Yekîtiya Bijîşkên Tirk doh ragihand ku tenê tîrmeha îsal 288 bijîşk û karmendên tenduristiyê ji bo koçî derveyî Tirkiyeyê bikin serî li belgeya pakiyê daye û ev yek, li gorî mehên berê hejmareke rekor e.

Di 7 mehên destpêkê yên îsal de jî ew hejmar gihiştiye hezar û 649 kesan.

Greva kar a bijîşk û karmendên tenduristiyê îro jî berdewam e û ji bilî beşên hewarçûnê hemû beşên nexweşxaneyan girtî ne. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Çalakiya karmendên tenduristiyê berdewam dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *