Cenazeyê hunermend Beytocan wê li Stockholmê bê definkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Cenazeyê hunermendê kurd Beytocan dê sibê bi merasîmekê li ser wesiyeta wî li Stockholmê bê definkirin.

Cenazeyê hunermendê kurd Beytocan ku di 68 saliya xwe de duh li paytexta Swêdê Stockholmê ji ber nexweşiya penceşêrê wefat kiribû, wê li vî bajarî bê definkirin.

Hunermendê kurd Armanc, diyar kiriye ku ew ê li ser daxwaz-wesiyeta dawî ya Beytocan dê cenaze li Stockholmê bê veşartin û anî ziman ku ew ji bo merasîma cenaze amadekarî dikin û cenaze dê sibê (14’ê îlonê) were definkirin.  

Beytocan di sala 1955’an de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû, di dema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê 1980’yî de hate girtin û 15 salan cezayê girtîgehê lê hate birîn. 6 sal û nîvan li girtîgehê girtî ma û sala 1987’an hat berdan.

Beytocan di sala 1990’î de kaseta xwe ya destpêkê ya muzîkê derxist, piştî salekê jî di sala 1991’ê de neçar ma koçî Swêdê bike. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Cenazeyê hunermend Beytocan wê li Stockholmê bê definkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *