Li Şirnexê hin dever hatine qedexekirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Şirnexê û navçeyên wê bo 15 rojan 11 dever weke “Herêma taybet a ewlehiyê ya demîkî” hat ragihandin.

Walîtiya Şirnexê derbarê qedexekirina çalakiyan de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê çûn û hatina 11 deverên li Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopya, Basa, Qileban û Elkê hatiye qedexekirin.

Li gor biryarê, qedexeya li wan deveran ji îro heta 27’ê Îlonê di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê ya demkî” berdewam dibe.

Hatiye gotin ku nabe di heyama wan 15 rojan de welatî ne bi roj û ne jî bi şev serdana wan deveran bikin.

Çiya û navçeyên ku li gor biryara walîtiyê hatine qedexekirin wiha ne:

Çiyayê Cudî, Devera Besta, Çiyayê Gurê, Kureşîn, Kela Memê, Feraşîn, Çiyayê Zêrîne, Geliyê Bêtkar, herêma gundê Dol û Tenînê.”

Hêjayî gotinê ye ku ev deverên ku hatine qedexekirin, bi piranî ew derin ku sewalkar  4 demsalan sewalên xwe lê diçerînin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
 Li Şirnexê hin dever hatine qedexekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *