Cezayê Bekir Kaya hat erêkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Cezayên girtîgehê yên 13 siyasetmedarên Kurd ku Şaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya jî di nav de ye ya sala 2012an di “Doza Sereke ya KCKê ya Wanê” de hatibûn dayîn, ji aliyê Dadgeha Bilind a Tirkiyê ve hatin erêkirin.

Hat hînbûn, ku 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ji bo Bekir Kaya, Cuneyt Caniş, Velî Avcî, Nezahat Erguneş, Halis Çakir û Metîn Adugit 8 sal û 9 meh, ji bo Mehmet Şîrîn Yildiz, Murat Durmaz, Îhsan Guler, Abdulkerîm Sayan, Mîhrîban Şah û Derviş Polat 7 sal û 6 meh û ji bo Hecer Sarihan jî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dabû.

Her wiha Dadgehê biryara girtina 11 kesên ku dihatin darizandin jî dabû.

Di Berfanbara 2021an de 8 sal û 3 meh cezaya girtîgehê ya Bekir Kaya bi îdiaya “endamê rêxistina terorê ye” ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin.

Kaya ev ji 6 salan zêdetir e di girtîgehê de ye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Cezayê Bekir Kaya hat erêkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *