Çînê ji Tirkiyeyê xwestiye ku operasyonên li hemberî Suriyeyê rawestîne

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nûnerê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geng Shuang di rûniştinekî de bang li Tirkiye û Îsraîlê kir ku operasyonên xwe yên li hember xaka Suriyeyê rawestî nin.

Cîgirê Nûnerê Çînê yê li NY’yê Geng Shuang di rûniştinekê li ser pirsa Suriyeyê de behsa êrîşên asmanî û topbaranên Tirkiyê yên li dijî Bakûrê Suriyeyê kir.

Shuang got, Sûriye dewleteke xwedî serwer e û bi çi hincetî bibe bila bibe, operasyoneke leşkerî ya li nav xaka Suriyê, binpêkirina mafê serweriya wê ye û divê Tirkiye operasyonên xwe rawestîne.

Her wiha nûnerê Çînê di berdewamiyê de balkişand ser operasyonên Îsraîlê yên li hember Suriyeyê û wiha domand: “Em bang li Tirkiye û Îsraîlê dikin ku dawî li van êrîşan bînin û bi diyalogê bigihin çareseriyan û hebûna hêzên biyanî li ser xaka Sûriyê neyasayî ye û ji bo sivikkirina êş û azarên welatiyên Sûriyê, divê ew hêz vekişin.”

Piştî daxuyaniyên nûnerê Çînê, Nûnerê Tirkiyeyê Ferîdun Sînîrlîoglu jî li dijî Çînê nerazîbûnên xwe anîn ziman û got ku şerê wan li dijî ‘terorê’ ye û ji bo parastina sînor û xelkê xwe dê berdewam şerê YPG’yê bikin. (K24)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Çînê ji Tirkiyeyê xwestiye ku operasyonên li hemberî Suriyeyê rawestîne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *