‘Cîneyeta Onur Şener pirsgirêkeke ewlehiyê ya bi salane’

featured
Onur Şener
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Enereyê, çend roj beriya niha di barekî de mûzîkjen Onur Şener ji aliyê sê kesan ve hinceta ku strana daxwazkirine nezaniyê, bi lêdanê hete qetilkirin.

Li Enqereyê di 2’yê Cotmehê de mûzîkjen Onur Şener ji aliyê sê kesan ve hinceta ku strana daxwazkirine nezaniyê, hete qetilkirin. Piştî ku agahiya bûyerê bi ser medya civakî de hat parvekirin, berdet jî pir zêde bûn. Tevî ku xwîşka Şener, ev herse kes teşîs kir, berguman hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

Bo Şener, mûzîkjenên li Îzmîrê, dema derketin ser dikê nivîsa “Ma stranek caneke? Em bo bîranîna Oner Şener, daxwazên stranê nagirin” li stuyê xwe hilawîstin û bûyer protesto kirin.

Mûzîkjenên li Wanê jî destnîşan kirin ku ewlehiya hunermendên mûzîkê tuneye.

‘Pirsgirêka herî mezin ya ewlehiyê ye’

Mûzîkjen Nejdet Bayat, qetilkirina Onur Şener şermezar kir û got ku pirsgirêka wan ya herî mezin, pirsgirêka ewlehiyê ye. Bayat destnîşan kir ku piraniya muzîkjen bê sîgoret dixebitin û wiha domand: “Bo çareseriya vê pirsgirêkê ji aliyê hin rêxistinên sivîl û hin rêxistinên din xebat hatin meşandin, lê tu encam nehatin wergirtin. Sedema vê jî ew e ku, hunermend naxwazin bên cem hev an jî di rêxistinekê de cih bigirin. Ew zêdetirê dixwazin bi serê xwe jiyan bikin. Ev jî rê li ber hin pirsgirêkan vedike. Rêya çareseriyê jî rêxistinbûyîne. Demek dirêje em hewl didin, rêxistinekî ava bikin, da ku şert û mercên xerab ji holê rakin. Lê mixabin ev hewldanên me bê encam mane.”

‘Cîneyeta Onur Şener pirsgirêkeke ewlehiyê ya bi salane’ - Nejdet Bayat
Nejdet Bayat

‘Ez qetilkirina Onur Şener şermezar dikim’

Bayat, ku qetilkirina Onur Şener şermezar kir, got ku her sal gelek kesên di vê qadê de dixebitin têne kuştin û cihê xebata wan tên gulebarankirin. Wî, diyar kir ku ev bi salane van pirsgirêkan jiyan dikin û anî ziman ku ew êdî dixwazin ev bûyer bi dawî bibin.

Hunermend Azîme Babat, ev nêzî 20 sale di sektora mûzîkê de dixebite û derbirî ku wekî jinekê jî ew qelek zehmetiyan re rû bi rû dimîne. Babat dibêje, “Ev karekî bê ewlehiye, şert û mercên wê pir xerabin. Cihek teqez yê vî karî tuneye. Em carnan diçin gundan jî. Carnan diçin derveyî welat. Ne bi tenê bo mûzîkjenan, di nava civakê de tu qedrê mirovan jî êdî nemaye. Ev pirsgirêkek giştiye. Bo me pirsgirêka herî sereke ya ewlehiyê ye. Hin caran karê me serê sibê diqede. Hem di dema gerê de hem jî li ser dikê tu ewlehiya me tuneye.”

‘Di civakê de tundi pir pêş ketiye’

Babat, ku xemginiya xwe ya ji ber kuştina Onur Şener anî ziman, got ku di nava civakê de tundî pir pêşve diçe û wiha domand: “Kesên em pêre dixebitin zêde eleqeyê nîşanê me nadin. Girîngiyê nadin ewlehiya me. Xwediyê kargehê berpirsê ewlehiya hemû xebatkaran e. Divê vê berpisyariyê bicih bînin.”

‘Cîneyeta Onur Şener pirsgirêkeke ewlehiyê ya bi salane’ - Azime Babat
Azîme Babat

Şener her wiha di dawiya axaftina xwe de kuştina Şener şermezar kir û ev tişt anîn ziman: “Bûyera Onur Şener, bo mûzîkjenan bûye sedema metirsiyê. Ez bê cînayetê şermezar dikim. Mirov ev qas erzan nîne. Ked jî ev qas erzan nîne. Lazime mûzîkjen di vê derbarê de piştevaniya hev bikin û vînekê derbixin holê.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘Cîneyeta Onur Şener pirsgirêkeke ewlehiyê ya bi salane’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *