Parlamenterê HDP’Sarisaç: Vîna gel tê îşkencekirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç, derbarê rewşa parlamenter Habîb Eksîk û Saît Dede ku li Geverê di dema mudaxaleya polîsan de rastî tundiyê hatibûn de got, “Vîna gel tê îşkencekirin.”

Bi mebesta 24’emin salvegera derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê, li gelek bajaran çalakiyên nerazîbûnê hatibûn lidarxistin. Li, Amed, Agirî, Wan, Stenbol, Şirnex û Mêrdînê di encama mudaxaleya polîsan de gelek kes hatin derbkirin û piştre jî hatin desteserkirin. Her wiha, di van çalakiyan de li Navçeya Geverê ya Colemêrgê ji ber mudaxaleya polîsan piyê Parlamanterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îdirê Habîb Eksîk şikesti bû. Her dîsa parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede jî ji aliyê polîsan ve hatibû kaş kirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç, nêrînên derbarê vê rewşê de bi Serhat Newsê re parve kir.

‘Dixwazin komployê li ser Kurdan berfirehtir bikin’

Sarisaç, di destpêka axaftina xwe de balkişand ser derxistina Rêberê PKK’ê ya ji Sûriyeyê û got, “Dixwestin ku mafên Kurdan binpêbikin û Kurdan sed salên din ji bihêlin bê statû. Ji ber wê jî bi komployekî mezin hatin li ser birêz Ocalan. Ev 24 sale Ocalan berxwe dide. Di 24 salan de birêz Ocalan ew komploye daye diyarkirin û komplo her sal vala derxistiye. Lê mixabin AKP û MHP dixwaze ku wê komployê hêj kûr bike. Dixwazin ku vê komployê li ser Kurdan berfirehtir bikin.”

‘Gelê Kurd ji bo Ocalan ev 24 sale li kolana ne’

Sarisaç anî ziman ku ji bo ‘Tecrîda’ li ser Ocalan xwastin daxûyaniye bidin û wiha domand: “Li Wanê ji sê aliyan, em derkevtin kolanan. Bêguman dîsa wekî her caran hêzên polîsan, bi avayekî ne demokratîk em asteng kirin. 55 kes hatin desteserkirin. Dibe ku duh qedexe derketibe hole lê tiştekî din ji derket holê. Ev 24 sale gelê Kurd û brêz Ocalan berxwe dide. Duh ji çiqas hêzên polîsan li wê derê be, çiqas asteng ji derxin dîsa şeklekê Kurd ji bo azadîya xwe jibo azadîya rêberê xwe derketin kolanan.”

‘Li Wanê qedexe bi dawî nabin’

Li Wanê qedexeyên ku piştî ragihandina OHAL’ê derketibûn holê heya niha berdewame. Ser qedexeyên li Wanê Sarîsaç wiha axivî: “Bi teybetî jî ji bo Kurdan û HDP’ê qedexe berdewamin. Dema cemaatekî an ji sazîyên nêzîk AKP’ê dixwazin, dikarin konser an jî daxuyaniyên xwe bidin. Lê ji me re qedexe bûn. Ew demeke Walîyekî nû hatiye. Wî got ku ‘Êdî min qedexe li ser Wanê rakir.’ Belê dîsa berî du roja derkete hole ku qedexe kirina wan teybet ji bo Kurdan e.Dema Kurd derdikevin kolanan û mafên xwe parastin an ji hember qayum nerazîbûnên xwe anîn ziman, rastî qedexeya 15 rojan tên.. An ji HDP dema bixwaze daxazên xwe bi rêyek demokratîk bîne ziman dîsa ew qedexeyên keyfî derdikeve hole. Heta li Colemêrgê piyê vekîlekeme sê cihan de şikandin. Mirov dikare wî şeklî pênase bike; belê sed sale Kurd tên qetilkirin, polîtîkayên pişavtinê li ser Kurdan tê meşandin. Polîtîkayên pişavtina Kurdan di dema AKP û MHP’ê de hêj meztir didome.”

Daxuyaniya Waliyê Colemêrgê

Waliyê Colemêrgê ya çend roj beriya niha têkildarî derbkirina parlamenterên HDP’ê de gotibû “Ewan xwe avête erdê”. Sarisaç, bertek nîşanê walî da û wiha pêde çû: “Li pêş çavên cîhanê û ew qas çapemeniyê, hat dîtin ku navcavên parlementeran xwînbûn û piyên wan şikestin. Walî qet ne pirsî û demildest ji bo provokasyonê got ku ‘Parlementerên HDP’ê xwe avêtin erdê.’ Divê gelê me jî vê yekê baş bibîne ku, kesekî ew qas pêş çav, parlementerekî bi vîna gelê xwe diçe meclîse, pêş cavê hemû kesan îşkence lê tê kirin.”

Herî dawî Sarisaç, wiha derbirî: “Bê guman zilm û zordariyekî mezin li ser Kurdan heye. Yên HDP’ê ji yên ne HDP’ê ji. Dewlet, bi çavê dijminiyê Kurdan mêze dike. Bernameyê xwe jibo wê amade dike. Şexsê xwe li gor wê cesaret dike. Lê tiştek din ji heye zilm çiqas mezin be berxwedana Kurdan û HDP’ê jê ew qas mezin dibe. Roj bi roj em xurt dibin. Em mezin dibin. Emê wê zilma li ser gelê xwe bertaraf bikin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parlamenterê HDP’Sarisaç: Vîna gel tê îşkencekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *