Koçberê Hazarayî Mubarîz: Bila NY lêkolînek bê alî bike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Afkanîstanê, piştî 20 salan cardin Talîbanê hiqûmet bidestxist. Tevî, xizanî û qetliyaman, bi hezaran Afkanî niha bûne koçber û li seranserî cîhanê belav bûne. Yasîn Mubarîz ê Hazarayî yê ji Afkanîstanê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku tiştên hatine jiyandin bi avayekî bê alî lêkolîn bike: “Em dixwazin li ser axa xwe bi avayekî azad bijîn”  

Piştî 20 salan cardin di 15 Tebaxa 2021’an de Talîbanê li Afkanîstanê dest danî ser hiqumetê û niha bi qanûnên ‘Şerîatê’ vî welatî rêvedibe. Li aliyê din Hiqumeta Talîbanê, di bin navê şerîatê de li vî welatî qetlîyam û zordariyên xwe jî berdewam dike. Talîbanê, dadgeh, nexweşxane, dibistan û saziyên din hemû girtine bin kontrola xwe û bi şêwazên xwe yên tund xistiye meriyetê.

Ev demek gelek dirêje ku li Afkanîstanê hejmarek zêde gelan jiyan kiriye. Yek ji van gelan jî Hazarayiyên Şîa ne. Piştî destwerdana Talîbanê ya hiqumeta Afkanîstanê, derbarê Hazarayîyan de fetfayek hat derdixstin. Di fetfayê de hat gotin, “Kî dest dane ser mal, milk, zarok û jinên Hazarayiyên rafizî, li gor dînê Îslamê divê ji 5 paran yekî bide dewletê.” Li gel fetfayê bi hezaran zêdetir welatiyên Hazarayî hatin qetilkirin, yên mayî jî neçar man ku ji welatê xwe koç bikin.

Hazarayiyê bi navê Yasîn Mubarîz ku ev 6 sale wekî koçber li Wanê jiyan dike bo serpêhatiya xwe bi Serhat Newsê re parve kir.

 ‘Gelê me li her derê tê qetilkirin’

Mubarîz, di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ev bi sedan salin ku Hazarayî rastî komkujiyan tên û bibîrdixe ku 126 beriya niha bi hezaran Hazarayî hatine qetilkirin.

Mubarîz her wiha destnîşan kir ku ev qetliyam hêj jî berdewam dikin û wiha domand: “Her çiqas desthilat tên guhertin jî mixabin rewşa me Hazarayiyan nayê guhertin. Gelê me li dibistan, navendên perwerdehiyê û di rêyan de tê kuştin.”

Li Afkanîstanê jin bûne pêşeng

Di berdewamiya axaftina xwe de Mubarîz, diyar kir ku li Afkanîstanê zilam nikarin dengê xwe derxin, li hemberî vê yekê jî, di têkoşînê de, jin bûne pêşeng

Mubarîz got, “Dema zilam îtîraz dikin, teqez tên kuştin. Li wê derê derketina derva ya jinan û xwendina jinan teqez hatiye qedexekirin. Nemaze Hazarayî zûtirin tên qetilkirin. Li wir  naxwazin ciwan biçin dibistanê û hijmendiya wan pêşve biçe. Ew jî dizanin dema ciwan tê bigihişin, rêgezên wan qebûl nakin.”

 ‘Qetliyamên hatine jiyandin bila bên cezakirin’

Her wiha Mubarîz, dide zanîn ku malbata wî hê li Afkanîstanê ye û ji ber vê jî ew gelek xemgîn dibe. Mabarîz, destnîşan dike ku gelê Hazarayî li gelek welatan hewl dide bi daxuyaniyan dengê xwe bide bihistin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Gelê me dixwaze dengê xwe bide bihistin. Em dixwazin ev qetliyam rawestin û em jî li ser axa xwe bi avayekî azad jiyan bikin. Her wiha daxwaza me ew e ku NY tiştên hatine jiyandin bi avayekî bê alî lêkolîn bike. Di vê derbarê de hêj tu lêpirsîn nehatine kirin. Edelet bila cih were. Em daxwaz dikin ku ev qetliyam bê ceza nemînin. Qetliyamên li ser Hazarayiyan rawestînin!”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Koçberê Hazarayî Mubarîz: Bila NY lêkolînek bê alî bike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *