1. Haberler
  2. Hemû Nûçe
  3. Crîstîano Ronaldo diçe Erebîstana Siûdî

Crîstîano Ronaldo diçe Erebîstana Siûdî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Futbolîstê navdar ê Portekîzî Crîstîano Ronaldo ji tîma Al Nassrê ya Erebîstana Siûdî re transfer bû.

Tîma Al Nassrê bi daxuyaniyekê transfer ragihand û da zanîn ku bi Crîstîano Ronaldo re peyam îmze kirine.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Siûdû de hatine weşandin, peyman heta sala 2025’an wê dewam bike û salê dê ji Ronaldo re 75 milyon ewro bê dayîn. Hat diyar kirin ku tevlî peymanên bazirganî yê, wê salane bi qasî 200 milyon ewro pere bigihije destê Ronaldo.

Di Sporting Lîzbonê de dest bi futbolê kiribû

Ronaldo di bin banê Sporting Lizbonê de dest bi futbolê kir û di ekîbên Manchester United, Real Madrid û Juventusê da leyîst. Di sala 2021’î de futbolîstê Portekîzî vegeriya Manchester Unitedê, lê ji ber ku bi dîrektorê teknîkî Erîk ten Hag re li hev nekir, meha borî peymana wî hat betalkirin.

Ronaldo heta niha 5 caran xelata Goga Zêrîn (Ballon d’Or), 5 caran di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de, 7 caran li Îngiltereyê û lîgên Îspanya û Îtalyayê jî tev heta niha ji 30’î zêdetir carî kupa rakiriye.

Heta niha zêdetîrê 800 gol avêtine

Di jiyana xwe de ji 800’î zêdetir gol avêtiye û di 5 Qupaya Cîhanî de jî gol avêtiye û li rûyê cîhanê niha kesekî din ê mîna wî ku di heman organîzasyonê da 5 carên ji hev cihê de gol avêtibe, tuneye.

Ronaldo bi formayê Tîma Neteweyî ya Portekîzê re derket 196 pêşbirkan û 118 gol avêt. (AA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Crîstîano Ronaldo diçe Erebîstana Siûdî
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *