Dantêlên, hêst û ramanên afînerên xwe tîne ziman

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dantêl, ku di destê jinanan de tê holê, her wiha bi nexşên xwe gelek hêst û ramanên afînerên xwe jî tîne ziman. Neslîhan Arzûm, ku dantêlên cur be cur, bi şêweyên ji hev cudatir çêdike, destnîşan dike, “Dantêl, amurekî nepen ya têkiliya di navbera jinan de ye”

Li gor dîrokzanan, çêkirina tantêlê di sedsala 16’emîn de li bajarê Venedîk yê Îtalyayê destpê kiriye. Lê belê hinek jî dibêjin ev huner ji Anatolyayê derbasî Ewropayê bûye. Cure cure nexşên tantêlan derbarê dîroka wan welatan de jî agahî dide me. Çêkirina tantêlê kedeke mezin a bê hempa û sebrê dixwaze. Bi keda destê jinan ev hunera bedew, di heman demê de serpêhatiyên jinan jî vedibêje. Ev dantêl piranî car nava malan dixemilînin. Dayîkên Kurd jî ji dîrokê vir ve li ser laçikên xwe dantêlan çêdikin. Dantêl, ku di destê jinanan de tê holê, her wiha bi nexşên xwe gelek hêst û ramanên afînerên xwe jî tîne ziman. Çêkera tantêlê Neslîhan Arzûm jî bi hin şêweyên cuda rengekî nû daye çêkirina dantêlan. Ew dibêje: “Dantêl, amurekî nepen ya têkiliya di navbera jinan de ye”

Arzum, jibo bernameya ‘Degîşîm’ a modavanê navdeng Cemîl Îpekçî 60 model çêkirine. Ev model li ser mijara Teyrê Tawis bû ne û li gor bernameyê hatiye çêkirin

Dantêlên, hêst û ramanên afînerên xwe tîne ziman - El emeği göz nuru danteller tarihten günümüze bir keşif5 750x1000 1

 Çavkaniya aborî ya jinên kedkarên navmalî: Dantêl

Ev cure dantêl bi derziyê tê çêkirin û çêkirina wê pir zehmete. Sedema vê yekê jî Arzum, wiha vedibêje: “Lewra ev karekî pir zehmete. Bi derziyê girêbestên biçuk, biçûk tên çêkirin, da ku ev nexşê gulan derkeve holê. Her nexşek di navbera 4-5 saetan de tê çêkirin. Li Tirkiyê, hin hevalên me hene ku di cihanê de tekane ew in vî karî dikin. Bi taybet jî bo jinên kedkarên navmalî bûye çavkaniyek aborî.

Dantêlên, hêst û ramanên afînerên xwe tîne ziman - El emeği göz nuru danteller tarihten günümüze bir keşif4 750x1000 1

 ‘Amûra têkiliyê ya nepen di navbera jinan de’

Wê got ku ji gelek welatan bo dîtin û hinbûna vê hunere mirov têne vir û bi taybet jî welatiyên Japonyayê eleqeyek cuda nîşanê dantêlan didin. Arzum, dibêje hin kolleksiyoner jî van dantêlan berhev dikin û wekî entîqe bikar tînin.

Dantêlên, hêst û ramanên afînerên xwe tîne ziman - El emeği göz nuru danteller tarihten günümüze bir keşif2 750x1000 1

Her wiha Arzum, balê dikişîne ser dîroka dantêlê jî û wiha pêde diçe: “Ev di navbera jinan de wekî amurekî nepen yê têkiliyê ye. Wekî mînak li herema Îzmîrê, rojavayê Tirkiyê dantêlên Efeyan hene. Di demên berê de, jinan hest û ramanên xwe bi rêya dantêlan vedigotin. Pir çîrok di nava wan de veşartîne. Her wiha gelek cure peyam jî di nava van dantêlan de tê vegotin, wekî mînak, ‘Ez dilşikesti me’, ‘Dilşadim’, ‘Hevserê min çûye leşkeriyê’ û ‘Ez nîşanî me’.”

Aksesuarên bûk û zavan

Di berdewamiyê de Arzum qala xebatên xwe jî kir û wiha got: “Ez gula boşang, gula mîne û gula Lewantayê çêdikim. Ev gula Strî tasarima wê aydê min e. Her çi ji destê min were, min hewilda ku ez 3-4 nexşên cuda çêkim. Min gelek berhemên wekî aksesuar ji bo bûk û zavayan  jî çêkirine.

Dantêlên, hêst û ramanên afînerên xwe tîne ziman - El emeği göz nuru danteller tarihten günümüze bir keşif1 750x1000 1

Arzûm, diyar dike ku bi taybet di dema pandemiyê de wê qebata xwe zêdetir meşandiye û bo bernameya ‘Degîşîm’ a modavanê navdeng Cemîl Îpekçî 60 model çêkirine, “Ev model li ser mijara Teyrê Tawis bû. Min ji pera Tawis îlham wergit û bo Îpekçî, li gel sêwînêrer Zehra Gokçe ev berhem çêkirin. Ev karekî pirs zehmete û sebrê dixwaze. Ez berhemên xwe piranî difiroşim derveyî welat. Hin nexşên min bê hempane”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dantêlên, hêst û ramanên afînerên xwe tîne ziman

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *