Dawî li qirkirina jinan nayê: Jinek din hat qetilkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku, li Edeneyê Burak A. bi çekê êrîş li Bahar T. kir û ew qetil kir.

Li gor agahiyan bûyer li Taxa Yavûzlar a bi ser navçeya Yuregîr a Edeneyê rû da. Zilamê bi navê Burak A., jina bi navê Bahar T. ya ku daxwaza wî ya lihevkirinê qebûl nekir, bi çekê giranî birîndar kir.

Piştî êrîşê Bahar T. ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve ji nexweşxaneyê re hat veguhestin. Lê tevî hemû mudaxaleyan jî Bahar T. nehate rizgarkirin û wê jiyana xwe ji dest da.

Her wiha hat ragihandin ku êrîşkar Burak A. ji cihê bûyerê reviya.

Li gor zanyariyan polîsan bo girtina êrîşkar operasyon daye destpêkirin.

Serhat News

(lg)

Jêder MA Kurdî

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dawî li qirkirina jinan nayê: Jinek din hat qetilkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *