Dayîkên Şemiyê vê heftê jî hatin desteserkirin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dayîkên Şemiyê wekî her heftiyê xwestin di hefteya 960’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin lê dîsa hatin desteserkirin.

Dayîkên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 960’emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe domandin. Dayîkên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan di Cadeya Îstîklalê de bi qerenfîlên di destên xwe de heta Qada Galatasarayê meşiyan. Wek her hefteyê polîsan biryara qedexeyê ya Qeymeqamiya Beyoglûyê wekî hincet nîşan da û çalakî asteng kir. Dayikên Şemiyê li ser Cadeya Îstîklalê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Tevî hemû astengî û dorpêçan jî Dayîkên Şemiyê meşiyan.

Dayîkên Şemiyê vê heftê jî hatin desteserkirin - Dayiken Semiye ve hefte ji hatin desteserkirin1

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Pîroglû jî piştgirî dan Dayîkên Şemiyê.

 Rojnamevanên xwestin dîmen û wêneyan bigirin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û ji cihê çalakiyê hatin dûrkirin.

 Destê dayîkan ji piştve hate kelepçekirin

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, tevî biryara ku Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê çalakiya Dayîkên Şemiyê de wek “binpêkirinê” daye jî lê dîsa polîsan mudaxele kir û destê wan ji pişt ve kelemçe kirin û ew desteser kirin.

Gelek welatiyên derdorê nerazîbûn nîşanî astengiya polîsan dan. Welatiyên xwestin dîmen û wêneyan bigirin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Gelek kes hatin desteserkirin  

Polîsan Dayîkên Şemiyê li wesayîtên siwar kirin û bi lez û bez birin Midûriyeta Ewlekariyê. Hat zanin ku 21 kes hatine desteserkirin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dayîkên Şemiyê vê heftê jî hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *