Demîrtaş: Biryara TÎP’ê ya lîsteya cuda şaş e

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Demîrtaş li ser biryara TIP’ê ya ku bi lîsteyeke cuda beşdarî hilbijartinê bibe got, “Ev biryara TÎP’ê bi xwe ye, em tenê dikarin rêz bigirin û serketinê jê re bixwazin. Lê ez hê jî difikirim ku ew biryarek şaş e.”

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku di Girtîgeha Edîrneyê de tê ragirtin, ji BBC Tirkî yê pirsên Ayşe Sayinê bersivandiye.

Selahattîn Demîrtaş ji bo biryara TIP’ê ya ku bi lîsteyeke cuda beşdarî hilbijartinê bibe, nirxandiye û weha gotiye, “Hêvîdar im ku şeva hilbijartinê poşmaniyeke mezin çênebe. Ev biryara TÎPê bi xwe ye, em tenê dikarin rêz bigirin û serketinê jê re bixwazin. Lê ez hê jî difikirim ku ew biryarek şaş e. Partiya dengdêrên Partiya Çep a Kesk diyar e, helbet dengê wan ji bo Partiya Çep a Kesk e. Wekî din dê çawa dibe?”

Demîrtaş her wiha derheqê rexneyên Serokkomar Erdogan yên bo Tifaqa Ked û Azadiyê de ku bo serokkomariyê namzet diyar nekiriye, wiha diyar kiriye: “Ger Erdogan pê bawer be ku dikare dengên HDP û Kurdan bi dest bixe, wê li ber Navenda Giştî ya HDP’ê kon veda û li wir rekatiba. “

Di berbedewamiyê de Demîrtaş têkildarî namzetiya serokkomariyê ya Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce de jî hin nirxandin kirin û wiha got: “Di matematîka hilbijartinê ya îro de çi tu dengê xwe bide Înce û çi tu dengê xwe bide Erdogan tu cudahî di navberê de nîne.”

Demîrtaş ji bo doza Kobaniyê jî ev tişt gotine: “Derbarê me de cezayên giran tên xwestin. Ji dadgeheke ku bi fermana Erdogan tevdigere, edalet nayê hêvîkirin û em jî hêvî nakin. Lê piştî Erdogan em bi bawerin ku dê ev hemû dadger û dozger ji ber sûcên xwe bên darizandin û ji bo vê jî em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî û siyasî bidomînin.” (Bîanet)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Demîrtaş: Biryara TÎP’ê ya lîsteya cuda şaş e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *